Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên ku piştî operasyona artêşa Tirkiyê bo ser Çiyayê Gare li dijî gerîlayên PKKê hatin belavkirin. Herwiha Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, nasnameya gerîlayên li Garê di êrişa artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane eşkere kir.
Hêzên artêşa Tirkiyê di 10ê Sibata 2021an de hem ji bejahiyê û ji asîmanan ve li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê operasyon dabû destpêkirin. Yekem car piştî wê operasyonê, dîmenên şikefta li Garê ku tê de 13 dîlên di destê PKKê de di heyama operasyonê de canê xwe ji dest dabûn, ji aliyê hinek hesabên medyaya civakî û medyaya nêzîkî PKKê ve hatin belavkirin.
Di dîmenên hatine belavkirin ku şikeft bi tundî hate bombebarkirin û li ber deriyê şikeftê çalên mezin çêbûne û darên derdorê jî ketine. Herwiha gelek kelûpelên leşkerî, xwarin û vexwarin û maskeyên gazê jî li wê derdorê belav bûne.
HPGê nasnameya gerîlayên di êrişa Gareyê de canê xwe dest dane eşkere kir
Ji aliyê din ve HPGê nasnameya gerîlayên li Garê di êrişa artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê, nasnameya gerîlayên li Garê di êrişa artêşa Tirkiyê de eşkere kir.
HPG dibêje: “Hevrêyên me yên şehîd bûne, perspektîfa têkoşînê ya ber bi azadiya Rêbertî û welatê me ve, pêşkêşî me kirine.”
Di daxuyaniya HPGê de wiha hate gotin: “Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel di daxuyaniya xwe ya 17ê Sibatê de encam û bîlançoya êrişa dagirkeriyê ya 101-13ê Sibatê ya li ser Garê bi raya giştî û gelê me re parve kiribû û diyar kiribû ku nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne dema ku eşkere bû wê bi raya giştî re bên parvekirin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên canê xwe ji dest dane ev in:
"Kamuran Ataman ê bi nasnavê Şoreş Beytuşşebap xelkê Şirenxê ye. Nedîm Kiliç ê bi nasnavê Cûdî Serhat xelkê Qesrê ye. Ergîn Durmuş ê bi nasnavê Bawer Elkê xelkê Şirnexê ye. Erselan Xanîzade yê bi nasnavê Erdal Rojhilat xelkê Kotolê ye. Sefkan Kaya yê bi nasnavê Argeş Ronî xelkê Mêrdînê ye. Gokhan Kol ê bi nasnavê Avareş Wan xelkê Wanê ye. Bayram Elhamam ê bi navê Rojhat Mûsyan xelkê Amedê ye. Emrah Ordu yê bi navê nasnavê Xeyrî Çewlîk xelkê Çewlîgê ye. Ewnî Mehmûd ê bi nasnavê Delîl Kobanî xelkê Kobaniyê ye. Cabbar Îsmaîl Mûhammed ê nasnavê Xabûr Dêrik xelkê Dêrikê ye. Îbrahîm Mûhammed Osman ê bi nasnavê Rêber Kobanî xelkê Kobaniyê ye. Hogir Nesan ê bi nasnavê Seydo Refîk xelkê Efrînê ye. Ferhat Aslan ê bi nasnavê Seyfî Polat xelkê Wanê ye. Mehmet Alî Algor ê bi nasnavê Arhat Amed xelkê Wanê ye."
Herwiha Endamê Konseya Rêveberiya KCKê Murat Karayilan bang li rêxistinên navdewletî dike û dibêje: “Bila werin li şikeftê nimûne ji cenaze û şikeftên bigirin û lêkolîn bikin.”
Êrişa hêzên artêşa Tirkiyê ya li ser Garê li dijî gerîlayên PKKê sibeha 10ê Sibata 2021am dest pê kir, 4 rojan berdewam bû û şeva 13ê Sibatê bi dawî bibû.
Derbarê amarên şer de Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî ragihandibû ku di şerê Gare de 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin. Herwiha 3 leşkerên Tirkiyê jî canê xwe ji dest dane û 3 leşker jî birînda bûne.
Herwiha di dema operasyonê de 13 dîlên di destê PKKê de canê xwe ji dest dabûn û Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan dîlan tohmetbar kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse