Pervin Buldan: Venekirina deriyên sînor cezakirina xelkê ye

22-02-2021
RÛDAW
Nîşan Hevserokên HDPê Pervîn Buldan Bakurê Kurdistanê Deriyên Sînor Wan Colemêrg Agirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê rexneyên dijwar li desthilata AK Partiyê girtin û got, hikûmeta AK Partî bi rêya venekirina deriyên sînor ên Wan, Colemêrg û Agirî xelkê navçeyê ceza dike.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan îro Duşemê 22ê Sibata 2021ê li bajarê Wanê ligel hejmarek parlamenter û berpirsên HDPê xwestin biçin Deriyê Sînor ê Kapi Koy, lê berpirsên îdarî yên Wanê û hêzên ewlekariyê yên navçeyê rê li ber şanda HDPê girtin, ji ber vê yekê nîqaş di navbera şanda HDPê û berpirsên deverê de derket.

Pervin Buldan got: “Di demekê de ku hemû deriyên sînor ên Tirkiyê hatine vekirin, hiştina Deriyê Sînor ê Kapi Koy ê Wanê, Esendere (Bajirge) ku dikeve sînorê îdareya Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê (Îran) û wek şahdemarê Colemêrgê ye, bi awayekî ji awayan cezakirina xelkê ye.”

Salek dibe Deriyê Sînor ê Kapi Koy li parêzgeha Wanê, Esendere (Bajirge) li parêzgeha Colemêrgê û Gurbulak li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna bahora Coronayê girtî ne.

Deriyê Sînor ê Kapi Koy ku 100 kîlometre dûrî navenda bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye, li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jê re tê gotin Deriyê Sînor ê Razî. Sala 2019an bi fermi hatiye vekirin û 24ê Adara 2020an ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê hatiye girtin. Ev derî ku dikeve sînorê îdarî yê bajarê Xoy ê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, rolekî girîng di tevgera bazirganî ya Wan û Tirkiyê de didît.

Venekirina Deriyê Kapi Koy ku wek şahdemarê aboriya parêzgeha Wanê tê hesabkirin, zerareke zêde gihandiye aborî û sektora geştyarî ya deverê. Bajarê Wanê ku hejmara akinciyên wê zêdeyî yek milyon kes e, yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku ji ber Corona û girtina Deriyê Sînor ê Kapi Koy rewşa wî ya aborî xirab bûye. Li gor daneyan rêjeya bêkarî û hejariyê li wê parêzgehê nêzîkê ji sedî 5 bûye.

Deriyê Sînor ê Esendere (Bajirge) ku 40 kîlometre dûrî navenda bajarokê Geverê yê Colemêrgê ye û dikeve sînorê îdareya Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, wek şahdemarê parêzgeha Colemêrgê tê hesabkirin. Berî girtina derî ji ber Coronayê, salane bi giştî 14 hezar barhilgir, 39 hezar otomobîl û 724 hezar geştyar di deriyê sînor re derbas dibûn.

Deriyê Sînor ê Gurbulak li parêzgeha Agirî ku dikeve ser Rêya Hevrîşîm, yek ji deriyên sînor ên herî girîng e ku Tirkiyê bi Îran û Asyaya Navîn ve girêdide. Ev deriyê sînor sala 1937an bi fermana Mistefa Kemal Ataturk hatiye çêkirin.

Hevseroka HDPê wiha axivî: “Wî dîmenê hun dibînin, ew helwêst û dîmenên hun rûbirû bûne, bo Tirkiye, bo siberoja Tirkiyê û demokrasiyê li Tirkiyê, şermezarî ye. Di demekê de ku li vê navçeyê hemû deriyên sînor hatine vekirin, hiştina Kapi Koy, Esendere û Gurbulak, zilmeke mezin e li xelkê vê navçeyê tê kirin, neheqiya herî mezin e li beramber vî xelkî tê kirin. Dixwazin xelkê Wanê bi vî awayî ceza bikin. Daku xelkê Wanê ji aborî, derfeta kar û dahatê sûdmend nebin bi hemû awayekî rêgirî tê kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst