Mesrûr Barzanî: Kesên rênimayan binpê bikin dê bi tundî bêne cezakirin

22-03-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19ê) û dibêje ku kî rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de binpê bike dê bi tundî were cezakirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber zêdebûna hejmara tûbûyên vîrusa koronayê bi taybetî li Silêmaniyê, peyamek belav kir û têde hişya rî da wan kesên ku pabendî rênimayên rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19ê de nebin.

Mesrûr Barzanî dibêje ku ew kesên pabendê tedbîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li hember metirsiya belavbûna koronayê nebin dê bi tundî werin cezakirin.

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî dibêje: “Mixabin hejmara tûşbûyên koronayê li Herêma Kurdistanê bi taybetî li parêzgeha Silêmaniyê zêde dibe û sedema vê yekê jî ew e ku wek pêwîst hevkariya damûdezgehên peywendîdar nayê kirin û rêkarên hatine ragihandin ji aliyê hejmareke xelkê ve nayê cîbicîkirin û binpêkirirna rênimayan jî li sînoran berdewam e.”

Barzanî daxwazê ji hemû welatî û kesên li Herêma Kurdistanê dimîne dike ku pabendî rênimayên herdu wezaretên navxwe û tendirustiyê bin da ku bikarin rêgiriyê li ber belavbûna vîrusa koronayê bigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Tevî agahdarkirin û tedbîrên pêwîst ên ji aliyê damûdezgehên hikûmetê ve hatine ragihandin; mixabin heta niha ji aliyê hinek kesan ve binpêkirin berdewam in û bi vê yekê jî ne tenê jiyana xwe, di heman demê de jiyana kesûkarên xwe û tevahiya xelkê Kurdistanê dixin metirsiyê.”

Barzanî herwiha dibêje ti berjwendiyeke taybetî ne hêjaye ku jiyana xwe û xelkê jî bixin bin metirsî û gefan û daxwazê ji damûdezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ew kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna Covid-19ê û dibin sedema jiyana xelkê bikev metirsiyê bi awayekî tundtir ceza bike.

Di berdemiya peyam xwe de Barzanî got: “Hêvî dikim welatiyên hêja zêdetir bi metirsiya vê vîrusê bihesin, tiştê ku li ser hikûmetê bûye me kiriye û em berdewam dibin, lê lazim e tevahiya me hevkarên hevdu bin, rola hikûmet û welatiyan di vê rewşê de temamkera hev in.”

Derbarê derfetên pergala tendirustiya Herêma Kurdistanê de jî Barzanî diyar ku karînên wan kêm in û wiha pê de çû: “Di dema zêdetir belavbûna koronayê de kêşeyên heyî dê zêdetir bibin. Bi cidî wernegirtin anjî her binpêkirinek dibe ku encamên trajîk bi xwe re bîne, lazim e her kes û tevahiya aliyan dev ji berejwendiyên xwe yên taybetî berdin û di xema giştî ya xelkê Kurdistanê de bin, ji ber ku kes nikare xwe ji bandor û encamên koronayê biparêze.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir ku bi hesteke berpirsiyarane tedbîr û şîretan liber çav bigirin û jiyana xwe, kesûkar û welatiyan biparêzin, di vê dema diyar kirî de li malên xwe de bimînin û kêmtir hatûçû bikin û bila têkiliyên xwe kêm bikin.

Barzanî herwiha spasiya tîmên tendirustiyê kir ku di eniya pêş a rûbirûbûna koronayê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst