Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Em ji bo gotûbêjkirina enerjiyê li Hewlêrê ne

24-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Herêma Kurdistanê Alparslan Bayraktar Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew îro ji bo gotûbêjkirina mijara enerjiyê li Hewlêrê ne.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar di çarçoveya serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de hat Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hakan Fîdan qebûl kir. 

Di wê hevdîtinê de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî amade bû.

Alparslan Bayraktar li ser hesabê xwe twitterê ragihand ku ew dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelek projeyan pêk bînin.

Bayraktar got, “Em îro ji bo gotûbêjkirina enerjiyê û mijarên di rojevê de ne li Hewlêrê ne.

Em dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê re gelek projeyan pêk bînin ku di warê enerjiyê de ji bo ewlehiyê bibe alîkar.”

Mesrûr Barzanî: Me Civîneke berhemdar pêk anî

Derbarê hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da.

Mesrûr Barzanî got, “Me îro li Hewlêrê bi Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar re civîneke gelekî berhemdar pêk anî.

Em li ser giringiya dubare destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Ceyhanê hemfikir bûn.

Li aliyê din, me rêyên zêdekirina bazirganiya dualî ya bi Tirkiyeyê re û hevkariya enerjiyê jî gotûbêj kir.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst