DEM Partî: Rojnameya Kurdistanê li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê

22-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Rojnameya Kurdistanê Rojnamegeriya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê di roja Rojnamegeriya Kurdî de got, “Rojnameya Kurdistanê ji bo Kurdan di warê ronakbûn, gihîştina hişmendiya neteweyî û têkoşîna wekhevî û azadiyê de bûye pêngaveke mezin.”

DEM Partiyê li ser rol û giringiya Rojanameya Kurdistanê jî got, “Rojnameya Kurdistanê li Rojhilata Navîn ji rojnameyekê wêdetir li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê."

Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Sala 1898an, wate 126 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê derxist.

Îro hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 126 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 26 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê re derbas dibin.

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber ku “Rojnameya Kurdistan”ê rojeke wekî îro dest bi weşanê kir.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozkirine belav kir.

“Rojnameya Kurdistanê di çapemeniya Kurdî bûye xala werçerxê”

DEM Partî di peyama xwe ya pîrzobahiyê de wiha got:

“Rojnameya Kurdistanê 126 sal berê 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji hêla Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin.

Ev rojname ji bo Kurdan di warê ronakbûn, gihîştina hişmendiya neteweyî û têkoşîna wekhevî û azadiyê de bûye pêngaveke mezin.

Ev rojnameya ku di çapemeniya Kurdî û jiyana entelektuel a Kurdan de bûye xala werçerxê mixabin li sirgûnê di nav şertên dijwar de hatiye derxistin û di bin pest û pêkûtiyan de maye.

“Rastiya gelê Kurd aniye zimên”

Digel ku ji welêt dûr hatibe derxistin jî çavkaniya xwe ji heqîqeta Kurdistanê stendiye û rastiya gelê Kurd aniye zimên.

Rojnameya ku rejîma despot a Abdulhamîd rexne kiriye ji ber zextan jimarên wê yên 6-31ê ji hêla Abdurrahman Bedirxan ve li Swîsre û Brîtanyayê hatiye derxistin.

Rojnameya Kurdistanê di ronakbûna Kurdan a di sedsala 20an de bûye qorzîberek û ji bo sazîbûna modern a çapemeniya Kurdî roleke giring bi cih aniye.

Lewma roja derxistina rojnameyê yanê 22yê Nîsanê ji sala 1973yan û vir ve wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.

126 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurdî digel hemû êriş û astengiyan, digel polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye bi biryardarî dimeşin û vê kevneşopiyê bênavber hildigirin.

“Rojnameya Kurdistanê li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê”

Bi vê taybetmendiya xwe Rojnameya Kurdistanê li Rojhilata Navîn ji rojnameyekê wêdetir li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê.

Lewma dîroka çapemeniya Kurdî wekî qadeke têkoşîn û berxwedanê xwe peytandiye û piştî evqas salan digel hemû zext û zordariyan jî têkoşîna xwe ya ronakbîriyê domandiye û xurt kiriye.

Ev heqîqeta ku di destpêka sedsalê de derketiye holê di tarîtiya salên 90î de wekî ronahiyekê sekna xwe parastiye û di salên 2000î de jî pêşengiya guherîn û veguherîna siyasî kiriye.

Gelek bûyerên wekî qirkirin, komkujî, tundî û binpêkirinên mafên mirovan bi biryardarî û têkoşîna rojnamegerên Kurdî ji tarîtiyê derketine rastiyê û di dîrokê de ciyê xwe girtine.

Ji ber vê biryardariya rojnamegerên Kurdî li ser wan êriş û zext û zordarî tu car kêm nebûne, ew hatine binçavkirin, girtin û sirgûnkirin.

Desthilatan bi vî awayî xwestine ku rojnamegerên Kurdî ji rêya heqîqetê dûr bixin.

Bi taybetî di 20 salên dawiyê de ji hêla desthilata AKPyê ve polîtîkayên zextê, êrişên mezin û sansur hatin meşandin, bi OHAL û KHKyan hemû saziyên Kurdan hatin xesbkirin, rojname, televîzyon, kovar û radyoyên Kurdî hatin girtin.

“Êrişên ku çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan distînin îro hîna jî li dar in”

Ev êrişên ku çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan distînin îro hîna jî li dar in.

Di salen 90î de ev êriş wekî polîtîkayên tunekirinê rû dan û di roja me de jî wekî qetlîmanên li ser rojnamegeran tên meşandin.

Wekî hevrêyên xwe rojnameger û akademîsyen Nagehan Akarsel jî bi destê vê zihniyetê hat qetilkirin.

Em Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li damezrînerê Rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkar û xemxurên çapemeniya Kurdî pîroz dikin.

Em di şexsê Musa Anter, Gurbeteli Ersoz, Nagehan Akarsel, Hafiz Akdemîr û Huseyin Deniz de hemû cangoriyên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.

Bîranîna wan, mîrasa wan a têkoşînê û berxwedana wan dê her tim rêya me ronî bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst