Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Soranê ya Hewlêrê zewaca Nûra Fuada 20 salî û Ezîz Silêmanê 65 salî bala xelkê kişandibû û bûbû rojev.
Nûra Fuad û Ezîz Silêman doh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Zewaca wan li ser torên civakî deng vedabû.
Piştî zewaca wan daxuyaniyên hevjînê berê yê Nûrayê nîqaş kûrtir kiribûn.
Çavkaniyekê ji Birêvebiriya Polîsên Soranê ji Rûdawê re ragihand ku fermaneke desteserkirina Nûra Fuadê û Ezîz Silêman hatiye derxistin û ew doh piştî nîvroj hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ew li gorî madeya 376an a Qanûna Cezayên Îraqê hatine desteserkirin.
Madeya 376an ji bo kesên ku peymaneke zewacê ya neyasayî yan ne şerî (ne li gorî şerîatê) çêdikin, cezayê heta 7 salan girtîgeh an jî cezayê pereyan disepîne.
Çavkaniyê ji Birêvebiriya Polîsên Soranê da zanîn ku ew kesên desteserkirî radestî Yekîneya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya Jinan hatine kirin.
Hefteya borî, zewaca Nûra Fuada 20 salî ya bi Ezîz Silêmanê 65 salî re (zewaca wê ya duyem) li ser medyaya civakî karvedan û nîqaşên mezin li pey xwe anîn.
Nûra Fuadê ji Rûdawê re gotibû, “Ez ji hevjînê xwe yê yekem veqetiyam û bi dilê xwe bi hevjînê xwe yê niha re zewicîm.”
Li aliyê din, Fahir Ebdulrezzaqê hevjînê berê yê Nûrayê îdia kiribû ku ew ji Nûrayê veneqetiyaye û hîn jî ew bi hev re zewicî ne.
Fuad Hisênê bavê Nûrayê jî dabû zanîn, “Keça min beriya 4 mehan veqetiya lê niha hevjînê wê yê yekem 5 milyon dînarên Îraqî ji min dixwaze.”
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse