Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî, "Em tekeziyê li ser pabendiya xwe bi azadiya rojnamegeriyê û ragihandinê û girîngî û pêwîstiya parastina gotina azad wekî yek ji bingehên sereke yên demokrasiyê û pêşketinê û civakeke tendurist û hêsan dikin."
Îro salvegera 127 saliya rojnamegeriya Kurdî ye; yekem rojnameya Kurdî bi navê (Kurdistan) sala 1898an ji aliyê Mîr Miqdad Mîdhet Bedirxan ve hatiye derxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de got:
"Em dê berdewam bin di kar ji bo amadekirina jîngeheke guncaw ji bo karê rojnamevanan da ku têdê gihiştina li zaniyariyan were garantîkirin û ji hemû asteng û berbestan dûr be.
Her wiha her binpêkirinek di çarçoveya qanûna rojnamegeriyê de, were çareserkirin."
Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Salvegera 127 salî ya derçûna rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Miqdad Mîdhet Bedirxan ve û her wiha salvegera 27 salî ya damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, bi germî û ji dil li hemû rojnameger û medyakarên Kurdistanê pîroz dikim, hêviya pêşketina zêdetir û serkeftina berdewam ji wan re dixwazim.
Di vê boneyê de, em tekez li ser pabendiya xwe bi azadiya rojnamegeriyê û ragihandinê û girîngî û pêwîstiya parastina gotina azad wekî yek ji bingehên sereke yên demokrasiyê û pêşketinê û civakeke tendurist û hêsan dikin.
Em dê berdewam bin di kar ji bo amadekirina jîngeheke guncaw ji bo karê rojnamegeran da ku têdê gihiştina li zaniyariyan were garantîkirin û ji hemû asteng û berbestan dûr be.
Her wiha her binpêkirinek di çarçoveya qanûna rojnamegeriyê de, were çareserkirin.
Baweriya me ew e ku rojnamegeriya azad, wêrek, berpirsiyar û rexnegir, hevbeşeke sereke ye di avakirina Kurdistaneke dadperwerttir û pêşketîtir, ji ber wê di vê salvegerê de wekî her tim em rojnamegeran teşwîq dikin ku pabendê profesyonelbûnê û bêalîbûnê û rastgoyê bin û ji zêderewî û gotara hêrsbûnê dûr bikevin û berjewendiya giştî ya welat û aştiya civakî li ser her tiştî danên û rola çalak a xwe di xurtkirina çanda pirengî û pêkvejiyanê û hevdûqebûlkirinê de bilîzin.
Di vê rojê de, bi rêzdarî em şehîdên rojnamegeriya Kurdistanê û hemû kesên ku di oxira gihandina rastiyê û xizmeta civatê de, qurban dane, bi bîr tînin. Rola rêxistinên navxweyî û navneteweyî di çavdêrîkirina azadiya ragihandinê li Kurdistanê bilind dinirxînin û em wan piştrast dikin ku em sûdê ji raporên wan werdigirin ji bo pêşxistina jîngeha medya û rojnamegeriyê li welatê me.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse