Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û got, “Hêvî dikim rojnamegerên Kurdistanê ji bo piştgiriya çaksaziyê û nehîştina şaşî û kêmasiyan bi desthilatê re hevkariyê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek weşand û tê de got:
“Ez bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û weşandina hejmara yekem a rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, hemû rojnamgerên Kurd pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”
“Em dê pabendê azadiya derbirînê bin”
Mesrûr Barzanî tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo azadiya derbirînê, azadiya karê ragihandin û rojnamegeriyê û hêsankirina karê rojnamevanan kir û got:
“Ji bo ku karibin peyam û karê xwe yê medyayî bi awayekî profesyonel û berpirsiyar pêk bînin û bi berçavgirtina yasa, etîk û pîvanên rojnamegeriyê yên navdewletî û peyam û karê ragihandinê dûrî rûreşkirin û bikaranîna zimanekî tundî bikin em dê pabendê azadiya derbirînê, azadiya karê ragihandin û rojnamegeriyê bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha hêvî xwest ku rojnamegerên Kurdistanê di asta mezinahî û girîngiya pîşeya xwe de bin û di hişyarkirina civakê û veguhestina agahiyên rast de rola xwe ya çalak bilîzin.
“Hevkariya desthilatê bikin”
Meserûr Barzanî her wiha ji bo piştgiriya çaksaziyê û nehîştina şaşî û kêmasiyan ji rojnamegerên Kuristanê xwest ku ku bi desthilatê re hevkariyê bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de got, “Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be û ji rojnamevanên Kurd re pêşketinên zêdetir dixwazim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse