Medyaya Îranê: 2 balafirên Îsraîlê hatin xistin

13-06-2025
Nîşan Îsraîl Îran Artêşa Îsraîlê Balafir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê îdia kir ku 2 balafirên şer ên Îsraîlê hatine xistin û piloteke jin hatiye dîlgirtin.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bi dijwarî berdewam dikin.

Li beramberî vê yekê jî Îranê dest bi êrişa bersivdayînê kir.

Li gorî çapemeniya Îranê, sîstemên parastina asmanî yên Îranê du balafirên şer ên Îsraîlê xistin û balafirajoyeke jin hatiye dîlgirtin.

Ajansa Nûçeyan a Nîvfermî ya Îranê (Tesnîm) ragihand ku sîstemên wan ên parastina asmanî di xistina du balafirên şer ên Îsraîlê de bi ser ketine.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku pilota yekê ji wan balafiran hatiye dîlgirtin.

Di daxuyaniya rayedarên Îranî de hat gotin ku ev “serkeftin gaveke girîng e” di parastina welêt de.

Heta niha ji aliyê Îsraîlê ve li ser vê mijarê ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst