Sûdanî: Êrîşa li ser Îranê binpêkirina eşkere ya yasaya navneteweyî ye

13-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Îsraîl Amerîka Îran Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îraqê li Neteweyên Yekbûyî li dijî Îranê gilî tomar kir û Mihemed Şiya Sûdanî bi berpirsên Amerîkayê yên li Îraqê re civiya.

Îraq yek ji wan welatan e ku bi tundî li dijî êrişa Îsraîlê ya li ser axa Îranê derdikeve.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî bi Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Steve Fagin, Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê Kevin Leahy re civiya.

"Binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî ye"

Li gorî Serokwezîriya Îraqê Sûdanî di civînê de ji berpirsên Amerîkayê re gotiye:

"Ew tiştê li dijî Îranê hat kirin, binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî ye û kiryareke dijminatî ye ye, bingehên yasaya navneteweyî lawaz dike û gefê li ewlehiya herêmî û navneteweyî durist dike."

Sûdanî her wiha tekez kir ku di demekê ku hîn hewlên dîplomatîk berdewam dikin, êriş ne tenê hewlên hêdîkirinê lawaz dike lê nîşan dide ku niyeta zêdekirina bi zanebûn a aloziyê û kişandina herêmê ber bi rûbirûbûneke berfirehtir heye.

Mihemed Şiya Sûdanî êrişa Îsraîlê şermezar jî kir û got, "Îraq bi tevahî red dike ku ax yan asmanê wê ji bo pêkanîn an hêsankirina her kiryara dijminatiyê li dijî her welatekî cîran were bikaranîn."

Serokwezîrê Îraqê ji civaka navneteweyî, bi taybetî ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku berpirsyariyê wergire.

Li gorî daxuyaniyê, Steve Fagin û Kevin Leahy diyar kiriye ku Amerîka tevlî êrişê nebûye û welatê wan dilgiran e ku Îraq jî tevlî aloziyên li herêmê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst