Amed (Rûdaw) - Akademîsyenê Aştiyê Ulaş Bayraktarê ku bavê wî wekî leşker di şer û pevçûnê bi PKKyê re de hatiye kuştin got, "Dibêjin şehîd namirin lê bav, zarok û bira dimirin. Bila êdî ew nemirin."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amedê, bi sernavê "Rêya ku diçe aştiyê: Hafize û Edalet" konferanseke aştiyê li dar dixe.
Di destpêka konferansê de peyamên dêya Ugur Kaymaz, Meqbûle Kaymaza Kurd a Mêrdînî û deya Eren Bulbul, Emîne Bulbula Tirk a Trabzonî, ji aliyê mafnas Eren Keskînê ve hatin xwendin û peyamên aştiyê yên her du dayikan bi beşdaran re hatin parvekirin.
Hevseroka ÎHDyê Eren Keskînê got, "Ji bo me bi taybetî gihîştina malbata Eren Bulbul gelek girîng bû.
Li vir bûna malbatên wan leşkerên ku ji aliyê PKKyê ve dîl hatibûn girtin girîng bû.
Dîsa li vir bûna malbatên wan fermanberên ku hêj di destê PKKyê de dîlgirtî ne, girîng bû.
Dîsa şahidên kuştina Vedat Aydin û şahidên wan kesên ku ji ber vî şerî û van pevçûnan hatine qetilkirin jî li vir bûn."
Di konferansê de amar û wêrankariyên ji ber pevçûnên 40 salî hatin eşkerekirin û ji bo rêlibergirtina berdewamiya wêrankariyên ji ber şer, bal hate kişandin ser lezkirina pêvajoya aştî û çareseriyê.
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê Ercan Yilmaz wiha axivî:
"Di vê civîna me de nêzîkî 30 malbatên ku 40 sal in di nav şer de mexdûr bûne, yên ku zarokên xwe winda kirine, yên ku azadiya xwe winda kirine li vir in.
Di nav wan de malbatên PKKyî jî hene, malbatên leşkeran jî hene.
Her wiha, ew malbatên ku ji ber çaresernebûna pirsa Kurd kesûkarên wan hêj di girtîgehan de ne jî li vir in."
Di konferansa ku bi armanca ragihandina piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hat lidarxistin de, malbatên mexdûr û malbatên qurbaniyên pevçûnan ên Tirk û Kurd jî behsa êş û azarên xwe kirin û daxwaza aştiyeke mayînde ji aliyên pêwendîdar kir.
"Dibêjin şehîd namirin lê bav, zarok û bira dimirin"
Akademîsyenê Aştiyê Ulaş Bayraktar wiha anî zimên:
"Bavê min serpel bû. Di salên 1980yî de di pevçûnekê de bavê min şehîd ket.
Ez wekî pisporê zanistên siyasetê, wekî akademîsyenekî aştiyê yê ku bavê xwe winda kiriye, ji bo ku ev tişt careke din neyên jiyîn, ji bo ku careke din kes bavên xwe winda neke, ji bo ku însan zarokên xwe, birayên xwe winda nekin, bi vê berpirsiyariyê li vir im.
Min çend sal berê wiha gotibû, 'Dibêjin şehîd namirin lê bav, zarok û bira dimirin. Bila êdî ew nemirin.'"
"Rondikên me yek in"
Halîme Encuya ku di bombebaran Robizikê de ji malbata xwe 11 kes winda kirin xwesteka xwe ya aştiyê wiha anî zimên:
"Bes e, kuştin bes e, qetlîam bes in. Em êdî aştiyê dixwazin. Ez ji Robozikê hatime.
Bi Xwedê, biraziyê min çû, kurê min çû, her du kurên tiyê min çûn, xezûrê min çû, pismamên min çûn. Ji malbata min 11 kes çûn.
Ez bangî hemû dayikên leşker û polîsan, Kurdan û gerîlayan dikim û dibêjim bes e.
Êşa me hemûyan yek e, derdê me yek e, rondikên me yek in. Bes e êdî em dayik kul û derdan bikişînin."
"Tenê aştî nehatiye ceribandin"
Pîlotê şer ê malnişîn Bahadir Altan diyar kir ku rêya çareseriyê aştiye û wiha pê de çû:
"Ez 14 salan wekî pîlotê şer di hêzên esmanî de xebitîm.
Birîneke me ya kûr heye ku pir jê xwîn diçe û yekane çareseriya wê jî aştî ye.
Rêbazeke din a çareseriya wê nîne. Me ji bilî aştiyê her rê ceriband. Tenê aştî nehatiye ceribandin.
Ango ev pirsgirêk êşê digihîne hemû aliyan, dibe sedema rijandina xwînê û zerarê dide hemû aliyan."
Velî Encu wiha anî zimên, "Ne tenê em wekî gelê Kurd, gelên Tirk û gelên din jî, em hemû bi hev re hewceyî aştiyê ne. Ez bawer im em dê vê aştiyê ava bikin."
"Top li mala min ket 7 kes ji mala min hatin kuştin"
Emîne Çagirgayê got, "Di sala 92an de top li mala min ket, 7 kes ji mala min hatin kuştin.
Xezûrê min û keça min jî di nav de bûn. Cemîla jî bû kuştiya 8an. Ez dîsa jî hatime û dibêjim em ê destên xwe bidin hev.
Dayikên polîsan, dayikên eskeran, em ê aştiya xwe bînin. Bila xweşî bikeve dewleta me, welatê me.
Em êdî naxwazin dayika tu kesî bigirî. Bes, bila êdî hêsirên dayikan nerijin, bila bes be."
Konferansa ku di 21ê Hezîranê de dest pê kir, dê di roja xwe ya duyemîn de bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl dewam bike.
Piştre dê encamnameya konferansê were ragihandin û ev encamname dê bi partiyên siyasî û saziyên pêwendîdar re were parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse