Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bûyerên li Silêmaniyê daxuyaniyek da û tekezî li ser serweriya yasa û çareserkirina kêşeyan a dûrî tundiyê ir.
Doh piştî ku dadgehê biryara desteserkirina Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî da, berbanga îro di navbera hêzên ewlehiyê û alîgirên wî de şer û pevçûn derketibû.
Di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da û Lahûr Şêx Cengî û du birayên wî hatin desteserkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî rûdanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
“Em tekeziyê li ser serweriya yasaya dikin”
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:
"Piştî rûdan û bûyera nexwestî ya berbanga îro ya Silêmaniyê ku mixabin hinek cangorî hebûn, em tekezî li ser serweriya yasa, parastina asayîş û aramiya bajar û parastina ser û malê welatiyan dikin.
Pêwîst e hemû kêşe û nakokî bi yasa û dûr ji tundiyê werin çareserkirin."
Sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hat xwestin
Serokatiyê her wiha sersaxî ji malbatên qurbaniyan xwest û hevxemiya xwe anî ziman:
"Em sersaxiyê li malbat û kesûkarên hemû qurbaniyan dikin û hevxemiya xwe radigihînin.
Ji birîndaran re şifaya bi lez dixwazin."
Çi bûbû:
Dadgeha Silêmaniyê doh biryara desteserkirina Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî dabû.
Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê avahiya Hotel Lalezarê ku baregeha Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ye dorpêç kir.
Hêzên ewlehiyê xwest Serokê Bereya Gel li ser biryara desteserkirinê xwe radest bike lê wî ev yek red kir.
Berbanga îro derdora saet 03:30î li nêzîkî Hotel Lalezarê şer û pevçûnan di navbera hêzên Lahûr Şêx Cengî û hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê dest pê kir.
Vê sibehê piştî çar saetan şer, Lahûr û birayên wî Aras û Polad hatin desteserkirin.
Her wiha di pevçûnan de 3 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse