Mesrûr Barzanî: Divê pevçûnên li Silêmaniyê bi lez bên rawestandin

22-08-2025
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Mesrûr Barzanî Lahûr Şêx Cengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bangî aliyan kir ku bi lez şer rawestînin.

Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û eşkere kir ku ev alozî û pevçûnên ku li Silêmaniyê rû didin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dikin hedef, ji ber vê yekê divê hemû alî xwe ragirin û bi lez ev pevçûn bên rawestandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got, "Bila ciwanên vî welatî nebin qurbanî, her pirsgirêk û nakokiyeke ku hebe divê bi rêyên yasayî were çareserkirin

Ez li gel hemû aliyan di nava hewldanan de me da ku dawî li van aloziyan were anîn û rê li ber xwînrijandin û tundûtûjiyê were girtin."

Doh êvarê hêzeke zêde ya ewlehiyê çûye nêzîkî Otela Lalezarê ya Silêmaniyê ku cihê mayîna Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ye.

Hêzên ewlehiyê ji Lahûr Şêx Cengî xwest ku xwe radest bike û gotin ku fermana desteserkirina wî li cem wan e lê wî ev yek red kir.

Piştî saet 03:30yan şer dest pê kir û li gorî wan vîdeoyên ku ketine destê Rûdawê, agir û dûman ji Otela Lalezarê bilind dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst