Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Lahûr Şêx Cengî bangî konsulxane, nûnertiyên li Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî bûyerên li dijî wan bêdeng nemînin û got, "Jiyana Lahûr Şêx Cengî di stûyê Serokê Giştî yê YNKyê de ye.”
Dadgeha Silêmaniyê doh biryara desteserkirina Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî dabû.
Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê avahiya Hotel Lalezarê ku baregeha Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ye dorpêç kir.
Hêzên ewlehiyê xwest Serokê Bereya Gel li ser biryara desteserkirinê xwe radest bike lê wî ev yek red kir.
Berbanga îro derdora saet 03:30î li nêzîkî Hotel Lalezarê şer û pevçûnan di navbera hêzên Lahûr Şêx Cengî û hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê dest pê kir.
Vê sibehê piştî çar saetan şer, Lahûr û birayên wî Aras û Polad hatin desteserkirin.
Bereya Gel bi daxuyaniyekê bangî konsulxane, nûnertiyên li Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî vê bûyaran bêdeng nemînin ku ew wan wekî nerewa û terorîstî bi nav dikin.
Partiyê her wiha anî ziman, "Jiyana Lahûr Şêx Cengî û hemû evalên me di stûyê Serokê Giştî yê YNKyê de ye".
Di pevçûna li Lalezarê de çar kesan canê xwe ji dest da.
Sê ji wan endamên hêzên ewlehiyê û yek jî alîgirê Lahur Şêx Cengî bû.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê dane, 10 kes jî birîndar bûne.
Zererên madî dê bên qerebûkirin
Ji bilî kuştî û birîndaran, li cihê bûyerê zerereke mezin gihîşt gelek cihên geştyarî, mal û otomobîlan.
Li aliyê din, Serokê YNKyê Bafil Talebanî, ji bo qerebûkirina zererên pevçûna Lalezarê biryar da.
Di pevçûna Lalezarê de, li gel kuştî û birîndaran, zerereke mezin a madî gihîştibû cihên geştyarî, mal û otomobîlên li derdora Otela Lalezarê.
Medyaya YNKyê ragihand ku li gorî biryara Bafil Talebanî hemû ziyan dê bên qerebûkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse