Ji ber beşdarnekirina Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrê de NY hat protestokirin

22-09-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Beşek ji xelkê Qamişlo dixwaz dike ku Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrê de cih bigire
Beşek ji xelkê Qamişlo dixwaz dike ku Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrê de cih bigire
Nîşan Rêveberiya Xweser Komîteya Destûra Bingehîn
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî alîgirên Rêveberiya Xweser xwepêşandanek li dar xistin û têde dilgiraniya xwe derbarê beşdarnebûna Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrê de nîşan dan. Berpirsên xwepêşandanê nameyek ji nûnerên Netewên Yekbûyî li Qamişlo re şandin û daxwaz kirin ku Rêveberiya Xweser di komîteya nivîsandina destûr de beşdar bibe.

Beşek ji xelkê bajarê Qamişlo  li ber avahiya Netewên Yekbûyî nerazîbûna xwe derbarê beşdarînekirina Rêveberiya Xweser di komîteya nivîsandina destûra nû ya sûriyê de nîşan dan.

Xwepêşander dibêjin, ku hinek alî û welat dixwazin Rêveberiya Xweser were piştguhxistin û di komîteyê de cih negire, lewma bi gotina wan, bê beşdariya Rêveberiyê ti çareserek ji rewşa Sûriyê re nayê dîtin.

Hejmarek ji partiyên di nava Rêveberiya Xweser de xwepêşandan encamdan û ragihandin ku bi bê beşdariya aliyekî ku 1‪1‪ hezar şervanên wê  ji tevahiya pêkhatiyan di şer de jiyana xwe  ji dest dane, ew destûr rewa nabe.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Nûkirin û Guhertin Îbrahîm Elselac dibêje: “Em daxwaze destûrekê dikin ku yek perçeya axa Sûriyê biparêze û destûrê nede perçekirina axa Sûriyê û nûneritiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike û ti alî têde neyên paşguhxistin. Em daxwaze dikin ku rêveberiya bakurê rojhilatê Sûriyê têde beşdar bibe.”

Rûsya û Tiriye bi awayekî destpêkî li ser endamên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê rêketine ku ne wek netewa duyem û ne wek statûyek serbixwe beşdarî bi Kurdan hatiye kirin. Beşek ji aliyan sedema vê yekê ji bo ne yekrêziya navmala Kurdî vedigerînin.

Derbarê vê yekê de Sekreterê Giştî yê Partiya Roj Kovan Keno dibêje: “Di nav Kurdan rêkevtin nîne. Ev yek jî wan lawaz dike û ew jî dibe sedem ku Kurdên bêne paşguhxistin.”

Amerîka ku serperiştiya hevpeymaniya navdewletî dike û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)  hevalbenda xwe ya sereke bi nav dike, heya niha beşdarînekirina Rêveberiya Xweser ret nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst