DOZA NARÎNÊ - Ji 4 kesan re cezayê heta hetayê hat xwestin

22-10-2024
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îdianameya doza kuştina Narîn Guranê hat amadekirin û ji bo 4 tohmetbarên girtî cezayê muebetê tê xwestin.

Îdianame ji 12 rûpelan pêk tê û Dozgeriya Komarê ya Amedê îdianame amade kiriye.

Li gorî îdianameyê ji bo tohmetbarên girtî apê Narînê Salîm, dayîka Narînê Yuksel, birayê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar cezayê muebetê tê xwestin.

Tohetmbar bi çi tên tohmetbarkirin?

Li gorî îdianameyê Salîm Guran, Yuksel Guran, Enes Guran û Nevzat Bahtiyar bi tohmeta “bi hevkarî kuştina zarokan” tên tohmetbarkirin.

Li gorî îdianameya ku xwe dispêrê sînyalên stasyonên şebekeyên telefonan, hatiye piştrastkirin ku dema bûyerê tohmetbar li heman malê bûne.

Tê îdiakirin ku guman çêbûye ku tohmbetbaran bi awayekî hevpar Narîn Guran fetisandiye.

Her wiha di îdianameyê de nehatiye gotin ku bê ka Narîn Guran çima hatiye kuştin.

Di encamnameya îdianameyê de wiha hatiye gotin:

"Dema dîmenên kamerayan, deqên îfadeyên tohmetbaran, raporên edlî, raporên lêkolîna cihê bûyerê, qeydên HTSyê, rapora analîzê ya HTSyê, raporên sûcdariyê, qeydên hevpeyvîn û îfadeyan, amarên ku di encama lêkolîne li ser têlefonên hatine bidestxistin, raporên înfazê û tevahiya dosyayê hatine nirxandin, ji ber hincetên ku hatin ravekirin û berovajîkirin, tohmetbar ji destpêka lêpirsînê û vir ve berovajî jiyana asayî û berovajî rêgez û pêkanînên giştî, di nava helwest û danûstandinan de bûne û li hemberî nîzama civakî û jiyana malbatî ne.”

Di beşeke din a îdianameyê de wiha hatiye gotin:

“Hat tesbîtkirin ku wan ji roja ewil ve Narîn Guran wekî zaroka windabûyî ragihand û nakokî derxistin da ku Narîn Guran neyê dîtin û bûyer eşkere nebe.”

“Malbatê bi awayekî rêxistinî hewl da bûyerê veşêre”

Di îdianameyê de bi mînakan hat diyarkirin ku xebatên lêgerînê ji aliyê malbat û xizmên wê ve hatine astengkirin.

Her wiha di îdianameyê de amaje bi kamerayên çavdêriyê û roja bûyerê jî hatiye kirin û hatiye bibîrxistin ku li gundê ku Narîn Guranê lê dima piraniya xelkê gund xizmên hev bûnê.

Di îdianameyê de hat diyarkirin ku bûyer di nava malbatê de pêk hatiye û malbatê bi awayekî organîze hewl daye vê bûyerê veşêre.

Di îdianameyê de ku tê gotin apê Narînê Salîm Guran ku di heman demê de muxtarê gund e, zeviyên malbatê jî cot dike û ji ber vê yekê jî wekî serokê malbatê tevdigere.

Di berdewamiya îdianameyê de hat gotin ku tohmetbar Salîm Guran hewl daye tîmên înfazê bixapîne û berê wan ji lêgerînê bide alî.

Salîm Guran ji destpêka lêgerînê ve bi awayekî berbiçav nerehet bûye û ev rewşa wî hatiye tesbîtkirin.

Dema lêpirsîn îfadeyên endamên malbatê hatin standin û lêkolîn hatin kirin, gumanên li ser Salîm Guran zêdetir bûne.

Li gorî îdianameyê malbat û xizmên Narînê, bi berdewamî hewl daye ku peywirdarên yasayî bişopînin da ku agahiyan wergirin û li wan guhdarî bikin û xebatên lêgerînê asteng bikin.

“23 tohmetbaran xwest rastî û delîlên bûyerê veşêrîn”

Her wiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku endamên malbatê dest daniye ser telefonan malbatê û xetên elektrîkê yên gund jî ji aliyê endamên malbatê ve hatine qutkirin.

Hat zanîn, 23 tohmetbarên ku xwest rastî û delîlên bûyerê veşêrin hatin desteserkirin.

Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku nimûneya porê ku di otomobîla Salîm Guran de hatiye dîtin porê Narînê ye.

Her wiha amaje bi wê yekê hat kirin ku piştî lêkolîn li ser telefona Salîm Guran hat kirin hat tesbîtkirin ku axaftinên wî yên WhatsAppê û hemû hûrgiliyên telefona wî roja windabûna Narînê hatine jêbirin.

Di îdianameyê de hat eşkerekirin ku ji sedî 99 bav û dêya Narînê Arîf Guran û Yuksel Guran in û ev yek bi raporên DNAyê hatiye tesbîtkirin.

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin. 

Li gorî rapora tiba edlî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Her wiha hat gotin ku şileya ku di dema xeniqînê de ji devê Narînê derketiye bi destê mamê wê Salîm Guran ketiye û ji wir bi kursî û dîreksiyona otomobîlê ketiye.

Hat tesbîtkirin, ji ber ku term xera bûye di derbarê dema mirina wê de zanyarî nikarin bên dayîn.

Li aliyê din, di çarçoveya lêkolîna kuştina Narîn Guranê de tevî dayîk, bira û apê wê û hevjîna apê wê 12 kes wekî tohmetbar hatine girtin.

2 dozgerên komarê li ser dosyayê kar dikin û herî dawî Baroya Amedê jî li ser daxwaza birayê Narînê yê bi navê Baran Guran tevlî dozê bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da / Wêne: Rûdaw Grafîk

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da

YPJyê diyar kir ku ji kiryarên çekdarên êrişkar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e