Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara girtiyên di girtîgehên parêzgeha Sine de li Rojhilatê Kurdistanê tê kêmkirin.
Serdozgerê Giştî yê Sine da xuyakirin di çarçoveya projeya ku li seranserê Îranê destpê kiriye, li Parêzgeha Sine jî dê hejmara girtiyan bê kêmkirin.
Li gor zanyariyan dê komîteyek dosyeyê girtiyan bişopîne kesên ku şert û mercên wan li gorî rênimayan bin dê bên azadkirin.
Serdozgerê Giştî yê Parêzgeha Sine, Seyîd Hisên Hisênî da xuyakirin ku niha komîteyek hetiye avakirin û di dima 45 rojan de vê encama karê xwe eşkere bikin.
Serdozgerê Giştî dibêje jî wan daxwaz ji dozgeran kirine ku di dema şopandina dosyeyan de hewil bidin ku biryara girtinê der nekin û li şûna wê hewil bidin cezayên maddî yan mekanîzmên din bibînin bo kêmkirina hejmara girtiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse