Hewlêr (Rûdaw) - Bakirhan diyar kir ku ev helwesta CHPyê Kurd birîndar kirine û got, "Me ev yek li derekê not kir lê hêviyên me hîn jî berdewam dikin. Divê partiya damezrîner li cem aştiyê bisekine."
Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan beşdarî "Hevdîtinên Civaka Demokratîk" bû ku ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê ve li Navenda Çandê ya Necîp Fazil Kisakurekê hatibû lidarxistin û li ser nîqaşên pêvajoya çareseriyê û serdana Îmraliyê peyamên girîng dan.
Bakirhan biryara CHPyê ya nedana endaman a ji bo komîsyonê xist rojeva sereke ya axaftina xwe û destnîşan kir ku ew di arefeya çareserkirina pirsgirêkeke sed salî de ne û di vê pêvajoyê de her kes xwedî berpirsyariyeke dîrokî ye.
Bakirhan dengê CHPyê yê ji bo nedana endaman wekî "kêmasiyeke mezin a ku di bin sîbera kêliya dîrokî de ma" bi nav kir.
"Em dê niha berpirsyariyê hilnegirin, em dê kengî hilgirin?"
Bakirhan anî ziman ku biryara CHPyê dilê gelê Kurd şikandiye û ew birîndar kirine û bal kişand ser hestiyariya pêvajoyê û hêviyên xwe ducare kir:
"Tam ji bo ku em birîneke sed salî derman bikin, eger em niha berpirsyariyê hilnegirin, em dê kengî hilgirin?
Me ev yek li derekê not kir lê hêviyên me hîn jî berdewam dikin. Lewra aştî ya 86 milyonan e.
Em ji ti partiyê re nabêjin dev ji prensîbên xwe berdin lê aştî berpirsyariyeke wijdanî ye li ser hemû partî û prensîban.
Me hêvî dikir ku partiya damezrîner a ku di pirsgirêka sed salî de xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ye, wêrektir be û li şûna refleksên berê, li aliyê başkirina paşerojê bisekine. Em hîn jî li bendê ne, ne dereng e."
"Li gel dijberên aştiyê jî em dê vê aştiyê ava bikin"
Bakirhan da zanîn ku kesên berpirsyariyê hilnagirin, di pêşerojê de nikarin hesab bidin ciwanan.
Bakirhan di axaftina xwe de bersiv da gotinên li dijî aştiyê û parast ku aştî tenê bi rûbirûbûna aliyan û axaftinê pêkan e.
Bakirhan diyar kir ku kesên dibêjin 'Ez ne li dijî aştiyê me lê divê bi filankesê re neyê rûniştin' di rastiyê de aştiyê naxwazin û bi bîr anî ku li her derê cîhanê aştî bi rûniştina aliyan a li ser heman maseyê hatiye avakirin.
Bakirhan got, "Dixwazin Kurd her tim bên kutandin lê bibin hêza wan a yedek. Cîhaneke wisa tune. Li gel dijberên aştiyê jî em dê vê aştiyê ava bikin."
Bakirhan behsa çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê jî kir û anî ziman ku pirsgirêka wan bi Komarê re nîne, pirsgirêk ji nebûna demokrasiya Komarê derdikeve.
Bakirhan got ku hebûna Kurdan tê naskirin lê hiqûqa wan nayê naskirin û wiha nirxand:
"Em aştiyeke birûmet dixwazin ku tê de Kurd neynê înkarkirin, neyên paşguhkirin û ziman û nasnameya wan bên naskirin.
Em dixwazin Komarê bi demokrasiyê bidin nasîn. Dema em vê bikin, welat perçe nabe; berevajî vê yekê, em dê rêzê li nasname û çanda hev bigirin."
Spasiya Erdogan û Bahçelî kir
Bakirhan bi bîr anî ku endamên Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê doh biryareke dîrokî dane û got:
"Komîsyonê ne tenê peywirek bi cih anî, di heman demê de helwest û sekneke ku xizmeta aştiya Tirkiyeyê dike nîşan da.
Her wiha bi vê wesîleyê ez dixwazim spasiya xwe pêşkêşî Serokkomar Birêz Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest Birêz Devlet Bahçelî û Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bikim ji ber keda wan a di vê pêvajoyê de."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse