Bakirhan: Pêvajo dê aştiyê bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Pêvajo Tirkiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" axivî û got, “Ev pêvajo dê aştiyê bîne hem Tirkiye û hem jî Rojhilata Navîn.”

"Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li Navenda Çandê ya Cem Karacayê ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê tê lidarxistin û dê du rojan berdewam bike.

Di konferansê de siyasetmedar, hiqûqnas û çalakvanên mafên mirovan ên ji welatên cuda, pêvajoya çareseriyê û aştiyê gotûbêj dikin.

Gotarên vekirinê yên konferansê ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê ve hatin pêşkêşkirin.

“Ji bo aştî mayînde be divê gavên şênber bên avêtin”

Tulay Hatîmogulariyê destpêkê axivî û got, “Îro di serdemeke ku îstîsmar û şer zêde bûye de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan gelekî girîng e. Ev bang ji bo hemû herêmê gaveke girîng e.”

Hatîmogullariyê diyar kir ku avakirina civaka demokratîk bi êş e lê ew dê têbikoşin û wiha pê de çû:

“Ji bo aştî mayînde be divê gavên şênber bên avêtin û divê xuya bibe ku pozîsyona Birêz Ocalan li cihekî girîng e.

Li hêla din maseyeke aştiyê ya ku jin lê nebin nabe. Îro em wekî jinan dê zêdetir bibin kiryarên aştiyê. Em dê bi hev re wê destê ku ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin xurt bikin.

Divê em ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bêhtir têbikoşin. Em dê li dijî pergala kapîtalîst têkoşîna enternasyonalîst xurt bikin.”

“Çareseriya Ocalan li ser 3 lingan e”

Piştre Tuncer Bakirhan axivî û bal kişand ser qeyrana li cîhanê û got:

“Cîhan û Rojhilata Navîn di nava qeyraneke mezin de ne. Tirkiye tam di nava vê tevlîheviyê de ye.

Ev sedsal e Pirsgirêka Kurdan a ku navê wê nehatiye danîn heye. Kurd êdî nayên înkarkirin lê mafên wan jî hîn nehatine dayîn.

Kurd sedsal e ji bo bidestxistina hiqûqa xwe têkoşîneke bêeman dimeşînin. Kurd her ku ji aliyê dewletê ve hatin înkarkirin, têkoşiyan.

Niha li vir pêvajoyek didome. Li vê derê azadtiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e.

Ev pêvajo dê aştiyê bîne hem Tirkiye û hem jî Rojhilata Navîn. Birêz Ocalan tim behsa demokratîkbûna dewletê dike.”

Bakirhan destnîşan kir ku Ocalan tîne ziman ku heta desthilat lawaz nebe demokrasî çênabe û got:

“Mînakên dostên me yên Bask û Katalanan ên li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkan girîng in.

Yên ku heta doh jê re digotin ‘terorîst’, hêjayî Xelata Nobelê hatin dîtin. Paradîgmaya demokratîk a Birêz Ocalan çareseriyeke mezin e.

Birêz Ocalan di navenda vê pêvajoyê de ye. Ocalan çaryek sedsal e tevî tecrîdê zimanê aştiyê datîne holê.

Çareseriya Birêz Ocalan li ser 3 lingên sereke ye: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyona demokratîk.

Ez dixwazim bi taybetî diyar bikim ku girîng e rayedarên dewletê û endamên komîsyonê bi Birêz Ocalan re biaxivin.

Divê nivîskar, akademîsyen û rojnameger rasterast bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Tuncer Bakirhan herî dawî anî ziman, “Tirkiye dikare bi veguherîna demokratîk vê qeyranê derbas bike.

Li gorî me çareserî neteweya demokratîk e. Pergaleke ku cudahiyan wekî dewlemendî dibîne û ji cihî ve bi rê ve dibe.

Di sedsala duyem de pergaleke ku hemû welatî lê wekhev in û refah lê bi awayekî wekhev tê parvekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst