Hewlêr (Rûdaw) – Pêleke berfê çend bajarên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û rêyên çend gundan jî hatine girtin.
Li parêzgehên Colemêrg, Mûş, Bêdlîs û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê, îro berf dibare.
Li Colemêrgê û navçeya wê Geverê ji doh êvarî ve berf dibare û navenda bajaran ji berfê spî bûye.
Herwiha ji ber berfê rêya 22 gundên Colemêrgê hatine girtin.
Tîmên Saziya Rêyên Bejahî ya Colemêrgê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir.
Li parêzgehên Mûş û Bidlîsê jî, îro serê sibê berfê dest pê kir.
Navenda bajaran û herêmên bilind bi berfê nixumîn.
Li her du bajaran tîmên şaredariyan xebatên paqijkirina berfê dane destpêkirin.
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê jî berf dibare.
Navenda bajêr û herêmên bilind di bin berfê de man.
Li hinek herêman berf heta 10 santîmetreyan bilind bû.
Tîmên Saziya Rêyên Bejahî ya Çewligê, ji bo ku li ser rêya Çewlig û Erzeromê hatûçûn raneweste bi awayekî berdewam berfê paqij dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse