Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê ya li Mêrdînê de ji 5 kesên ku hatibûn desteserkirin 4 kes hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Tometbarên êrîşa li dijî 5 welatiyên Duhokê, li Dadgeha Mêrdînê hatin dadgehîkirin û derbarê 4 kesan de biryara zindanîkirinê hat dayîn û yek ji tometbaran bi mercê kontrola dadî serbest hat berdan.
Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî ku doza bûyera êrîşa li Mêrdînê dişopîne,li ber Dadgeha Mêrdînê ragihand ku 4 tometbarên bi navên F.A, A.K, Ç.B û M.Y de biryara zindanîkirinê hat dayîn û tometbarê bi navê M.Ş bi mercê kontrola dadî hat berdan.
Şeva 19ê Çileya 2023ê li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.
Du kes ji wan bi navê Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45 salî) û dayika wî Wehîde Heyder (63 salî) ji malbatekê ne, sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (69 salî), Çîmen Şahîn (75 salî) hevjîna wî û Hindirên Ebdullah (39 salî) keça wan e.
Piştî lêpirsîna bi wan re li Fermandariya Cendirme ya Artukluyê, 5 kesên tohmetbar bo dadgehê hatin şandin, daku dadger derbarê wan de biryarê bide.
Berê hatibû gotin, têkildarî kuştina wan welatiyan, 6 kes hatine desteserkirin.
Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku li ser biryara Serdozgeriya Komarê 4 kes hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e. Ajansa fermî ya Tirkiyê jî paşê ragihandibû, piştî wergirtina îfadeyên wan kesan 2 kesên din jî hatin desteserkirin û bi vî awayî hejmara gumanbarên bûyerê bo 6 kesan zêde bûbû.
Piştre hatibû gotin, ji wan 6 kesên desteserkirî 2 kes hatibûne berdan lê lêkolîn bi 4 gumanbarên din re berdewam e.
Li aliyekî din derbarê dosyeya Mêrdînê de biryara nepenîtiyê hatiye dan.
Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin, M.Ş, F.A, A.Y û A.K ne, yek ji wan qeyda wan a Şirnexê û 3 kesên din jî qeyda wan li Nisêbînê ye.
Di îfadeyên ewil ên li midûriyeta polîsan de derket holê ku gumanbar li xwe mikur hatine ku êrîş "ji bo diziyê" kirine, û demeke dirêj li pey mexdûran ketine.
Herwiha derket holê ku yek ji tohmetbaran bi navê F.A ew çend sal in li bajarê Duhokê di projeya Avro City de wek karkerê elektrîkê kar dike.
Malbata gumanbar diyar kir ku haya wan ji rewşê tuneye. Berpirsên projeya Avro City ji peyamnêrê Rûdawê re gotin, kesê navborî piştî wergirtina destûrê çûye bajarê xwe.
Gumanbarên ku dema desteserkirina wan 2 rojan hat dirêjkirin îro bo dadgehê hatin şandin.
Rêveberî û serkirdeyên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyên cuda de daxwaz ji rayedarên Tirkiyê kirin ku di zûtirîn dem de lêkolînê bikin û bûyerê zelal bikin.
Serkonsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê ji bo Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hat gazîkirin û nota nerazîbûnê ji Enqereyê re hat dayîn û hat xwestin ku di zûtirîn demê de bûyer bê lêkolînkirin û zelalkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf jî ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku bi hevkariya rayedarên Iraqî lêkolîneke “lezgîn” bide destpêkirin ji bo eşkerekirina sedem û hûrgiliyên êrîşê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse