Karmendên Bendava Tişrînê bang dikin: Divê çareserî bê dîtin!

23-01-2025
RÛDAW
Bendava Tişrînê / Wêne: Arşîv
Bendava Tişrînê / Wêne: Arşîv
Nîşan Bendava Tişrînê Karmend Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karmendên Bendava Tişrînê ji bo ku bi selametî ji bendavê derkevin, bang dikin ku çareseriyek ji rewşa wan re were dîtin.

Çavkaniyeke berpirs a Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand ku îro şandeyeke ji rêxistinên UNICEFê û Xaça Sor çûbû Bendava Tebqayê.

Hat diyarkirin şande ji bo ku çend karmendan bi xwe re bibin û li şûna karmendên li bendavê bixebitin deynin bi rê ketibû.

Tirkiye û komên çekdar ên nêzîkî wê rê nedaye ku şande derbasî bendavê bibe.

Ji ber vê yekê şandeya UNICEFê vegeriyaye Helebê.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re got ku her hefte karmendên li bendavê tên guhertin û ev pêvajo bi serpereştiya UNICEFê tê kirin.

15 roj in ku 3 karmendên li bendavê di rewşeke tirsnak de dixebitin û nehatine guhertin.

Piştî êrişan li ser Bendava Tişrînê, ji koma 280 karmendan tenê 3 karmend niha kar dikin.

Her wiha çavkaniyê da zanîn ku eger ew karmend jî biçin malên xwe û kes li şûna wan nexebite, metirsiya biserdeçûna bendavê heye, ji ber ku ew çend karmendên li wir mane ji bo berdewamiya karkirina turbînên bendavê girîng in.

“Em nobedarên Bendava Tişrînê ne”

Karmendekî Bendava Tişrînê bang kir û got:

“Em nobedarên Bendava Tişrînê ne. Em bangî birêvebirê giştî yê bendavê û desteya UNê ya berpirsa guhertina karmendan dikin.

Rewşa teknîkî ya bendavê xirab e û em dixwazin parastina wê bikin.

15 roj in em 3 karmend in, me zarokên xwe nedîtine.

Bendav ji nava destê me derdikeve. Em bang dikin ku karmend werin guhertin.

Em daxwazê ji aliyên şer dikin ku bendavê ji şer dûr bikin.”

Şerê li Bendava Tişrînê

Êrişên çekdarên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan li bendavê nobedê digire.

Tirkiyeyê heta niha gelek caran êrişî wan sivîlan kiriye.

Divê were gotin ku hunermendê navdar ê Kurd Bavê Teyar jî di êrişeke Tirkiyeyê de birîndar bûbû û paşê çûbû ser dilovaniya xwe.

Tirkiye û komên çekdar cara 6an li Bendava Tişrînê sivîlan bombebaran dikin û 11 caran jî karwanên wesayîtên xelkê yên ber bi bendavê ve diçûn, hatin hedefgirtin.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser di van êrişan de de 15 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst