HEFTANÎN - Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

23-01-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Efser PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma "operasyona Pençe-Kaplan"ê ya li Başûrê Kurdistanê di êrişeke PKKyê de leşkerî wan hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê diyar kir ku leşkerê wan ê bi navê Ufuk Akinci di encama êrişeke PKKyê de bi giranî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku Akinci tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê miriye.

Artêşa Tirkiyeyê 16ê Hezîrana 2020î li herêma Heftanînê ya Herêma Kurdistanê "operasyona Pençe-Kaplan"ê dabû destpêkirin ku heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst