Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Alman Tobias Lindner civiyan

23-01-2025
RÛDAW
Tobias Lindner û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Tobias Lindner û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Tobias Lindner Nêçîrvan Barzanî Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Kar û Barên Derve pesnê pêvajoya dengdana hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Almanyayê civiya.

Di nav şandeyê de Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Kar û Barên Derve Dr. Tobias Lindner û Nûnerê Taybet ê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tobias Tunkel hebûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û got:

"Bipêşxistina têkiliyên Almanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, hilbijartina parlamentoyê, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, guherînên li Sûriyeyê û bipêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin."

Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgirî û alîkariyên leşkerî, siyasî û mirovî yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kir.

Nêçîrvan Barzanî her wiha tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevkariya hevbeş a li gel Almanyayê kir.

Li aliyê din, Dr. Tobias Lindner jî pesnê pêvajoya dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rêjeya bilind a beşdariyê da.

Li gorî daxuyaniyê, Lindner derbarê hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nêrînên xwe bi Nêçîrvan Barzanî re parve kirine.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku derbarê rewşa herêmê de jî her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramî û hevkariya hemû aliyan a ji bo dûrxistina herêmê ji aloziyên zêdetir kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst