Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 4 gerîlayan eşkere kirin ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
HPGyê diyar kir gerîlayên bi nasnavên Cesur, Şahan, Hewrê û Berxwedan sala 2024an canê xwe ji dest daye.
Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku agahiyên li ser nasnameyên her 4 gerîlayan bi vî rengî ne:
Cesur Roboskî: Navê wî yê fermî Ozgur Encu ye û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.
Şahan Şahîn: Navê wî yê fermî Îsmaîl Dayi ye û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.
Hewrê Bêkes: Navê wî yê fermî Ferdîn Salihî ye û ew ji Kereca Rojhilatê Kurdistanê ye
Berxwedan Serdem: Navê wî yê fermî Salih Muhammed e û ew ji Helebê ye.
Li gorî daxuyaniyê Cesur sala 2013an, Şahan 2014an, Hewrê 2017an û Berxwedan jî 2018an tevlî refên gerîlayan bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse