Li Belçîkayê êrişî xwenîşanderên Kurd hate kirin: 6 kes birîndar bûn

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Êrişa li Belçîkayê Kurdên Diyasporayê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Belçîkayê ragihand ku dema xwenîşandana Kurdên li bajarê Antwerpenê ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, bi kêran (çeqo) êrişî xwenîşanderan hate kirin û di encamê de şeş kes birîndar bûn.

Bûyer êvara roja pêncşemê li nêzîkî Opera House ya bajarê Antwerpenê pêk hat.

Berdevkê Polîsê Wouter Bruyns bajêr ji ajansa AFP re ragihand ku her şeş birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa du birîndaran giran e.

Polîs diyar kir ku yekser piştî bûyerê çar kes hatine desteserkirin û bi rêya kamerayên çavdêriyê lêkolîn didome da ku piştrast bibin ka gumanbarên din reviyane an na.

Xwenîşandan bi tevlîbûna nêzîkî 50 kesî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatibû organîzekirin.

Berdevkê NAV-BELê (Komeleya Kurdên Belçîkayê) Orhan Kiliç Derbarê hûrgiliyên bûyerê de got:

"Malbat, jin, ciwan û zarok beşdarî kombûnê bibûn. Tam dema xwenîşandan bi dawî dibû û xelk belav dibû, ji aliyê komek mêr ve êrişî wan hate kirin. Ew mêr di nav xwenîşandanê de xwe veşartibûn û ji nişka ve kêr derxistine û bi awayekî bêserûber dest bi lêdana xelkê kirine."

Berdevkê NAV-BELê teqez kir ku ev ne tenê bûyereke şidetê ya asayî ye, lê "êrişeke plankirî ye li ser civaka Kurd."

Polîsê Belçîkayê dibêje hîn sedema êrişê ne diyar e lê doz ne wekî terorê, lê wekî "hewldana kuştinê" tê vekolîn.

Ev xwenîşandan ji bo nîşandana nerazîbûn û piştgiriya ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê bû ku tê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de şer derketiye.

Ji hefteya borî ve, ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, li welatên Ewropa û Amerîkayê xwenîşandanên Kurdan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst