Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku armanca hevdîtinê nêzîkkirina nêrînên wan û hikûmeta Sûriyeyê ye û spasiya hewlên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û got:
"Di çarçoveya hewlên siyasî yên ji bo nêzîkkirina nêrînên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de, min bi Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Kek Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir."
“Piştgiriya wan berdewam dike”
Fermandarê Giştî yê HSDyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû:
"Em hewlên Serok Mesûd Barzanî û Kek Nêçîrvan Barzanî yên di vê qonaxê de bilind dinirxînin, ji ber ku piştgiriya wan a ji bo hewlên siyasî bi hevahengiya navbeynkarê Amerîkî berdewam dike."
“Pêvajoya entegrasyonê”
Ebdî armancên van hewldanan wiha rêz kirin, "Armanc rawestandina agir, vegera li diyalogê û bicihanîna rêkeftinên îmzekirî ye, bi awayekî ku serkeftina pêvajoya entegrasyona navbera me û hikûmeta Sûriyeyê misoger bike."
Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de got, "Helwesta Herêma Kurdistanê, çi serkirdayetî û çi gel, li cem gelê me cihê rêz û teqdîreke mezin e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse