Hewlêr (Rûdaw) – Demên dawiyê li Sertê çêkirina nanê hişk zêde bûye û vî nanî difiroşin bajarên din jî.
Nanê hişk ê Sêrtê ji ber ku nêzîkî 12 demjimêran di 200 pileya germê de tê pijandin, heta 6 mehan xera nabe.
Nanpêj bi agirê êzingan tenûrên xwe har dikin da ku nanê hişk ê Sêrtê çêkin.
Madeyên kîmyayî nakevin navê
Nanpêj Adnan Elçî wiha behsa xwezayîbûna nanê hişk ê Sêrtê kir:
“Ji bo nanê me yê hişk xweş be em ardê genim, kepik û ardê sipî tevlîhev dikin.
Em qet madeyeke kîmyayî naxin nav nan.”
Nanpêjên bajêr dibêjin ev nan ne tenê li vê derê tê firotin û ew nanê xwe difiroşin bajarên wekî Stenbol, Enqere û Yalovayê jî.
“Me ji xizmên xwe re şand”
Mişteriyê Nan Alî Elînç anî zimên ku ew nanê hişk dişînin ji xizmên xwe yên li bajarên cuda re û got:
“Em li mala xwe dixwin û niha mêvanê me ji Stenbolê hatine kêfa wan jî ji vî nanî re hat û wan nan xwest.
Beriya niha jî me çend caran ji xizmên xwe yên li bajarên din re şandibû.”
Nanê hişk ê Sêrta Bakurê Kurdistanê sala borî ji aliyê Saziya Marka û Patentê ya Tirk ve bi navê “Igbeys keek” hatiye tomarkirin.
Nanekî hişk ê 200 gramî bi 7 lîreyên Tirkî tê firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse