Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aşkelehê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê qezayeke zincîrî çêbû.
Di qezayê de zêdetirî 10 wesayîtan li hev qelibîn û 27 kes birîndar bûn.
Ji ber berf û qeşayê li hev qelibîn
Li parêzgeha Erziromê ji ber berf û qeşayê pirsgirêkên trafîkê çêdibin.
Îro li ser rêya di navbera Erzirom û Aşkelehê de zêdetirî 10 wesayîtan li hev qelibîn.
Di nav wesayîtên ku li hev qelibîn de otobusa rêwiyan, barhilgir, minîbus, makîneya kar û otomobîl hebûn.
Rê hat girtin
Li gorî agahiyên, di encama qezayê de gelek kes birîndar bûn û rêya Erzirom-Aşkelehê hat girtin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê bi ambulansan 27 birîndar veguhastin nexweşxaneyên li Erziromê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse