Eraqçî: Berdewamkirina dan û standinên Îran û Amerîkayê bê wate ye

14-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Ebas Eraqçî Kaja Kallas Îsraîl Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Dervê Ebas Eraqçî li ser dan û standinên bi Amerîkayê re got, "Berdewamkirina dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de bê wate ye."

Wezareta Karên Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karên Dervê Ebas Eraqçî û Berpirsa Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas bi telefonê axivîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Ebas Eraqçî û Kaja Kallas behsa dan û standinên navbera Tehran û Washingtonê û şerê di navbera Îsraîl û Îranê de kir.

Beşeke sereke ya pêwendiyê li ser dan û standinên plankirî yên roja Yekşemê yên di navbera Amerîka û Îranê de bû ku biryar e li Umanê bihatina kirin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e, ev jî ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ye.

Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Em bi tundî wan karên rejîma Siyonîst şermezar dikin ku binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Îranê û êrişkirina ser sazî û navendên atomî û deverên niştecîbûnê ne û bûne sedema şehîdbûna hejmarek kesayetiyên leşkerî, mamosteyên zanîngehê û jin û zarokên Îranî.

Em daxwaza bersivdaneke cidî ya cîhanî û şermezarkirineke navneteweyî ya destdirêjiyên Îsraîlê dikin.

- Hikûmet û gelê Îranê hêviyeke cidî ji hemû wan welatan heye ku îdiaya piştgiriya aştî û serweriya yaseyê dikin, da ku van kiryarên sûcdarane şermezar bikin û zextê li rejîma Siyonîst bikin ji bo rawestandina destdirêjî û yasabinpêkirinên wê.

- Biryarnameya dawî ya Lijneya Birêvebiran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ya derbarê bernameya aştiyane ya atomî ya Îranê de, ku ji aliyê sê welatên Ewropî û Amerîkayê ve hatibû pêşniyarkirin, hincet û zemîneyek bû ji bo karên dijminane yên rejîma Siyonîst li hemberî sazî û navendên atomî yên Îranê.

Êrişkirina ser sazî û navendên atomî yên aştiyane li gorî yasayên navneteweyî bi temamî neyasayî û qedexe ye û erkê civaka navdewletî ye ku rejîma Siyonîst li hemberî vê yasabinpêkirina metirsîdar û bêhempa berpirsyar bigire.

- Li gorî peyam û daxuyaniyên Serokê Amerîkayê, karên dijminane yên rejîma Siyonîst encama piştgiriyên rasterast ên Washingtonê ne. Berdewamkirina danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de di rewşeke ku hovîtiyên rejîma Siyonîst berdewam dikin de, bê wate ye.

- Komara Îslamî ya Îranê, ji bo parastina serweriya xwe ya neteweyî, gel û ewlehiya xwe, bersiveke tund daye destdirêjiyên rejîma Siyonîst û li ser bikaranîna mafê xwe yê rewa yê bersivdaneke heman rengî bi israr e.

Berpirsa Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê, ligel anîna ziman a nîgeraniya xwe ya kûr derbarê aloziyên li herêmê, tekezî li ser amadebûna Yekîtiya Ewropayê kir ji bo piştgirîkirina hewlên dîplomatîk li Konseya Asayişê û saziyên din ên navneteweyî, bi mebesta alîkarîkirina ji bo kêmkirina aloziyan û vegerandina aştî û ewlehiyê ji bo herêmê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst