Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ji Rûdawê re ragihand, Komeleya Destên Spî ya Kuwêtî amadekariyan dike ji bo vekirina mêtîngeheke nû ya niştecîbûnê li Efrînê. Rojnamevanê Kuwêtî yê navdar Casim El-Cirêd jî nerazîbûn nîşan da û ev wek şerm û neheqiyeke mezin binav kir û got, navê Kuwêtê kirêt dikin. Casim El-Cirêd dibêje jî, “Kuwêt ne li dijî mafên gelê Kurd e û naxwaze zirar bigihije Kurdan.”
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo, mêtîngeha nû ya niştecihbûnê li gundê Besme yê ser bi nahiyeya Şêrawa ya Herêma Efrînê ve tê avakirin û tekez kir, armanc ji avakirina wê mêtîngehê ew e, bibe cihê niştecîbûna malbatên hawirdekirî û malbatên çekdarên ser bi Tirkiyê ve.
Rojnamevanê Kuwêtî yê navdar Casim El-Cirêd dibêje şerm û neheqiyeke mezine ku hinek komeleyên welatê wî li Efrînê cihên niştecihbûnê ava bikin û Ereb û Tirkmenên hawîrde têde bicî bikin.
Casim El-Cirêd daxwaznameyek ji bo Wezîrê Derve yê Kuwêtê pêşkêş kiriye ku wî bibîne û jê re her tiştî eşkere bike.
Rojnamevan Casim El-Cirêd ji Wezîrê Derve yê Kwêtê Dr. Ehmed Nasir El-Mihemed dixwaze hev bibînin ji bo ku wezîr bizanibe komeleyên Kuwîtî li Efrînê çi dikin, dibêje ew ê belgeyan bide wezîr û jê re bêje ku karê komeleyên xêrxwazî yên Kuwêtê li Efrînê ku wêneyên Emîr û Ala Kuwêtê li ser in, navê wan xerab dikin.
Rojnamevan Casim El-Cirêd beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û tekez kir, “Em naxwazin zerer bigihe gelê Kurd li Efrînê. Kuwêt ne li dijî mafên Kurdan e.”
Casim El-Cirêd amaje bi wê kir, komeleyên ku wan mêtîngehên niştecihbûnê li herêma Efrînê ava dikin, navê Kuwêtê kirtê dikin û li ser hewldana xwe jî got, “Min xwest peyameke fermî amade bikim û ji Mîrê Kuwêtê û bo Wezîrê Derve bişînim bo ku gotûbêj bikin. Me xwest bersiv bê dayîn ka destê Kuwêtê di vî karî de heye yan na! Em naxwazin destê hikûmeta Kuwêtê di vî karî de hebe. Peyama me gihiştiye Wezîrê Derve.”
Rojnamevan Kuwêtî diyar jî kir, ew dixwazin bizanin ka rola dewleta wan di wan kiryarên li Efrînê diqewimin çi ye û got, “Tiştekî nerênî çêdibe. Me hemû zanyarî şandine û gihiştine destê wî. Helwesta Kuwêtê ne li dijî gelê Kurd e û naxwaze zirarê bigihîne gelê Kurd. Em wek gel û dewlet ne li dijî mafên gelê Kurd in. Em bersiveke zelal dixwazin ji wezîr.”
Komeleya bi navê Komeleya Destên Spî ya Kuwêtî jî, li ser rûpela xwe ya fermî ya fecebookê ragihandiye: “Heşt avahiyên nû li gundê Besme hatine amadekirin, ji 125 şuqeyan pêk tên, û roja Sêşemê 29/03/2022an dema radestkirina wan şuqeyan e ji bo bêhtir ji 600 malbatê. Herwiha dirustkirina 6 avahiyên nû berdewam e.”
Li gor zanyariyan dema xwediyê zevî Ziyad Hebîb nerazîbûna xwe nîşan da û red kir ew mêtîngeha niştecihbûnê li nav zeviya wî bê avakirin, çekdarên grûpa Feyleq Elşam ew bi kuştinê tehdîdkirin û ew neçar kirin ku bê beramber zeviyê xwe ji wan re bihêle.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse