Parêzgarê Îlamê: Sê deriyên sînor ên nû ligel Iraqê tên vekirin

23-04-2022
RÛDAW
Nîşan Îlam Rojhilatê Kurdistanê Deriyê Sînor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku li parêzgehê sê deriyên sînor ên nû ligel Iraqê tên vekirin û ev jî dibe sedema pêşxistin û peydakirina derfeta kar bo xelkê navçeyên sînor ên Îlamê.

Parêzgarê Îlamê Hesen Behramniya dibêje: “Deriyê Sînor ê Helela yê Bakurî hatiye vekirin û kelûpel têre hatine hinardekirin û piştî meha Remezanê jî ligel berpirsên parêzgehên Mîsan û Wasit ên Iraqê dicive bo vekirina deriyên Çîlat û Çengule.

Hesen Behramniya dibêje, vekirina van deriyên sînor derfeta kar bo nêzîka 5 hezar malbat peyda dike û dibe sedema pêşketina aboriya navçeyê. Deriyekî sînor ê navdewletî bi navê Mêhran ê parêzgeha Îlam ligel parêzgeha Diyale ya Iraqê heye û deriyekî girîng e bi hinardekirin û çûn û hatina geştyaran.

Li gor rapora Gumrika Îlam, sala derbasbûyî bi bihayê yek milyar û 161 milyon dolar kelûpel di Deriyê Sînor ê Mêhran re bo Iraqê hatine hinardekirin û tê pêşbînîkirin îsal bigihe milyarek û 200 milyon dolar. Berpirsên parêzgeha Îlam dibêjin, bi rêya deriyên sînor hewl didin pişkeke zêdetir a bazara Iraqê di destê Îlam de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst