Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

23-04-2025
Nîşan Leşker Kuştin Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, leşkerî wan ê ku li Başûrê Kurdistanê birîndar bûbû li nexweşxaneyê miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku leşkerê wan ê bi navê Berat Mecît Day doh li Başûrê Kurdistanê di çalakiya gerîlayan de birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê, Berat Mecît Day li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê ew ji mirinê nefilitiye û îro miriye.

Wezaretê diyar kir ku Berat Mecît Day leşkerê pispor bûye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst