Hewlêr (Rûdaw) – Hevkarê me, Berpirsê Rûdaw Streamê Omer Şayan li bajarê Sineyê koça dawî kir.
Hevkarê me yê bi tecrube û Berpirsê Rûdaw Streamê Omer Şayan îro saet 12:00an li Nexweşxaneya Kewserê ya bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.
Omer Şayan piştî ku demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê hat dermankirin xatir ji me xwest.
Omer Şayan destpêkê li beşa Intakeyê û piştre li beşa Rûdaw Dîjîtalê bi awayekî baş xebitî û bandora xwe li wan beşan kir.
Piştî avabûna Rûdaw Streamê jidil û bi şarezayî xebitî û bi awayekî serkeftî berpirsyariya xwe bi cih anî.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji hevjîna wî, dê û bav û hemû malbata wî re sersaxiyê dixwaze.
Hevkarê me, Berpirsê Rûdaw Streamê Omer Şayanê ku demeke dirêj e ji ber nexweşiya kanserê dihat dermankirin îro li bajarê Sineyê koça dawî kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 23, 2025
⬛️ Tora Medyayî ya Rûdawê ji hevjîna wî, dê û bav û hemû malbata wî re sersaxiyê dixwaze pic.twitter.com/Ae0Mbjdn61
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse