Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsifê ragihand ku ew tevlî hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê nabim.
Hevseroka PYDê Perwîn Yûsifê li ser hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê ji Rûdawê re axivî.
Perwîn Yûsifê eşkere kir ku ew wekî PYD beşdarî van hilbijartinan nabin.
Daxwaza 40 kursiyan
Hevseroka PYDyê destnîşan kir ku wan wekî partî biryara xwe daye û ew dê di hilbijartinan de cih negirin.
Perwîn Yûsifê li ser mafê nûnertiya Kurdan da zanîn ku Kurd ji sedî 20ê nifûsa Sûriyeyê pêk tînin.
Ji ber vê yekê, wê xwest ku di Parlamentoya Sûriyeyê de herî kêm 40 kursiyên Kurdan hebin.
Namzedbûna Barzan Îso
Perwîn Yûsifê di berdewamiya axaftina xwe de, qala namzebûna Barzan Îso jî kir.
Wê tekez kir ku ti kes li ser navê PYDyê beşdarî hilbijartinan nabin û Barzan Îso wekî namzedekî serbixwe ketiye nav pêvajoya hilbijartinan.
Şamê bersiv nedaye
Her wiha Hevseroka PYDyê da zanîn ku wan nerazîbûna xwe ya li ser vê mijarê gihandiye hikûmeta Sûriyeyê.
Perwîn Yûsifê eşkere kir ku Şamê heta niha ti bersiv nedane wan.
Hûrgiliyên hilbijartina sibe
Sibe li parêzgeha Hisîça û bajarê Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê bên kirin.
Li Kobaniyê ji bo 2 kursiyan 12 namzed hene.
Li Hisêçayê (Hesekê) ji bo 3 kursiyan 13 namzed hene.
Li Dêrikê ji bo 2 kursiyan 2 namzed hene.
Li Qamişloyê ji bo 4 kursiyan 7 namzed hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse