Komeleya Zehmetkêşan: Bi 4 dronan êrişî kampa hat kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Xelîfan Êriş Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Penahî ragihand ku li navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê bi 4 dronan êrişî kampeke wan hatiye kirin.

Wî diyar kir ku 2 dron ji aliyê Hêzên Hevpeyman ve hatine têkşikandin.

Emced Penahî îro ji Rûdawê re axivî.

"Di nava 20 xulekan de 4 dron"

Emced Penahî li ser êrişê agahî dan û got:

"Nêzîkî demjimêr 21:20î êrişê dest pê kir. Di nava 20 xulekan de bi 4 dronan êrişî kampa me ya li Dola Alaneyê ya li navçeya Xelîfanê hat kirin."

Emced Penahî diyar kir ku ji wan 4 dronan du dron li kampa wan ketine û got:

"Du dronên din ji aliyê Hêzên Hevpeyman ve hatin têkşikandin."

Tenê zererên madî hene

Berpirsê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê da zanîn ku di êrişê de ti zererên canî çênebûne û tenê zererên madî çêbûne.

Agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de didome lê belê bombebaranên li ser Herêma Kurdistanê jî didomin.

Li gorî şopandinên Rûdawê, piştî agirbestê bi 79 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst