Kêmbûna geştên asmanî li Wanê bû sedema nerazîbûnan

23-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên civaka sivîl û sendîkayên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kêmbûna hejmara geştên firokexaneya bajêr, rexne li hikûmeta Tirkiyê girtin.

Nûnerên Odeya Pîşesazî û Bazirganî, Komeleya Geştyarî, Sendîkaya Karkerên Geştyariyê, Komeleya Otêl û Mêvanxaneyan, Baroya Wanê, Yekîtiya Bazirgan û Pisporan, Rêxistina Rojnamegeran û hejmarek ji çalakvanên rêxistinên civaka sivîl îro li bajarê Wanê mîtîngek protestoyê li dar xistin.

Çalakvanan, hikûmeta Tirkiyê û Wezareta Gihandin û Binasaziyê bi paşguhxistina balafirxaneya Wanê tohmetbar dikin.

Di çalakiya nerazîbûnê de, dirûşmên wek "Sedemeke kêmiya geştên esmanî heye", "Bê cudahî xizmeta wanê bikin", "Me ji mafên me bêpar nekin", hatin bilindkirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê Necdet Tekva li dijî Wezareta Gihandin û Binesaziyê ya Tirkiyeyê twîttk weşand û têde ji hikûmetê re dibêje, eger hûn xizmetê nakin balafirxaneya Wanê daxînin.

Pêştir Serokê Odeya Otêl û Mêvanxaneyan a Wanê bal kişandibû ser pirsgirêka kêmbûna geştên asmanî yên Balafirxaneya Wanê û got, ji ber çaresernekirina pirsgirêkê geştyarên Îranî berê xwe didin parêzgeha Trabzonê.

Li gorî îstatîstîkên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Balafirxaneyan, Balafirxaneya Ferît Melen a Wanê di meha Hezîranê de ji 137 hezar û 36 welatiyan re xizmet kiriye. Herwiha 1658 balaifra ji wê balafirxaneyê geşt kirine û 1299 ton barê kargoyê jî hebûye

Li gor heman daneyan, di şeş mehên yekem ên îsal de 771 hezar û 359 kes bi rêya 8214 balafiran ji Balafirxaneya Ferît Melen bo bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê geşt kirine, ku di wan şeş mehan de 6694 ton kelûpel bi rêya wê balafirxaneyê hatiye veguhastin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst