Serok Barzanî: Kurdistan warê pêkvejiyana hemû pêkhateyên etnîkî û olî ye

23-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro bi Kardînal Luis Sako Patriyarkê Kildanên Iraq û Cîhanê û Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê re civiya û dilgiraniya xwe li hember biryara Serokkomarê Iraqê ya paşve vekişandina biryarnameya serokatiyê ya derbarê Dêra Kildanî nîşan da.

Serok Barzanî îro li ofîsa xwe pêşwaziya Kardînal Luis Sako Patriyarkê Kildanên Iraq û Cîhanê û Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê û şandeke pê re kir ku ji hejmarek Metranên Ola Krîstiyan ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê pêkhatibûn.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Kardînal Luis Sako “spasiya wê rêz û rûmetê kir ku li Herêma Kurdistanê ji bo hêma û kesayetiyên olên cûda cûda heye. Her wiha spasiya çanda pêkvejiyanê ya li Kurdistanê kir ku bûye sedema parastina pêkhateyan û dîrok û çanda wan.”

Kardînal Sako, herwiha pîrozbahî li Serok Barzanî kir ku “bi hîkmet û rêbertiya xwe pêkvejiyan û aştî û jiyana hevbeş a pêkhateyên cûr bi cûr ên li Kurdistanê pêşxistiye.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, Kardînal Sako di hevdîtinê de ragihandiye, “Em bi jiyana hevpar a ku ji bo her kesî li Kurdistanê heye, serbilind û şanaz in.”

Roja 3ê Tîrmeha îsal, biryarnameya hejmar 31 a Serokkomariya Iraqê di hejmara 4727 a rojnameya fermî ya dewleta Iraqê de hat weşandin ku di biryarnameyê de pileya Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Iraq û Cîhanê ji Kardînal Luis Sako hatiye standin.

Derbarê vê biryara serokkomarê Iraqê de, Kardînal Sako di hevdîtinê de agahî dan Serok Barzanî û ew biryar weke “biryareke nedirist û metirsîdar” bi nav kir ku “pêkhateya Krîstiyan birîndar kiriye û li dijî bingehên pêkvejiyan û tifaqê ye.”

Serok Barzanî jî di vê hevdîtinê de bi xêrhatina Kardînal Sako û şandeya pê re kir û ragihand, “Kurdistan warê pêkvejiyan û lihevhatina hemû pêkhateyên etnîkî û olî ye.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di dema şerê dijî DAIŞê de serok Barznaî ji şandeke kesayetên olî yên Krîstiyanan re ragihandiye, “Kurdistan welatê we bi xwe ye û bila hûn nefikirin ku jê derbikevin, yan emê li ser wê axê bi hevre bi serbilindî bijîn, yan jî emê bi hev re bimirin.”

Serok Barzanî herwiha dilgiraniya xwe li hember biryara Serokkomarê Iraqê ya paşve vekişandina biryarnameya serokatiyê ya derbarê Dêra Kildanî nîşan daye û hêvî xwestiye ku pêdeçûn bi biryarê bê kirin û ev şaşî bê sererastkirin.

Li gor Baregeha Barzanî, di beşekî din ê vê hevdîtinê de şanda bi Kardînal Sako re bi kurtî di derbarê rewşa parêzgeha Neynewayê û jiyan û debara Krîstiyanan û eger û metirsiyên wan ên ji paşerojê agahî dan Serok Barzanî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst