Hewlêr (Rûdaw) - Otobûsa ku ji Erziroma Bakurê Kurdistanê diçû Antalyayê, li devera Geliyê Sansayê yê Erzinganê wergeriya. Şofêrê duyem ê otobusê mir û 4 kes jî birînda bûn.
Li ser rêya Erzirom-Erzinganê li devera Geliyê Sansayê, otobûseke rêwiyan a bi plakaya 34 YY 4201 ji rê derket.
Li ser agahdarkirinê, tîmên polîs, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di qezayê de şofêrê duyem Cemalettîn Tosunoglu yê 61 salî ku di beşa razanê ya otobusê de bû, tevî rêwiyên bi navên A.Ç. (24), E.K. (28), Y.K. (4) û N.Y. (53) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gaziyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê.
Cemalettîn Tosunoglu yê ku paşê sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturk a Erziromê hatibû kirin, li wir canê xwe ji dest da.
Hat zanîn ku otobûs ji Erziromê ber bi Antalyayê ve diçû û 19 kes tê de bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse