Malperên Hurriyet û Milliyetê hatin hackkirin

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan Hurriyet Milliyet Hackkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malperên rojnameyên Hurriyet û Milliyetê yên Tirkiyeyê rastî êrişeke sîberî hatin û ji ber êrişê demekê gihîştina malperan hat astengkirin.

Koma hackkeran a bi navê SÎBERÎSLAM berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Koma bi navê "HACKED BY SÎBERÎSLAM" di peyama ku li ser malpera Hirriyetê bi cih kir de ku wêneyên Şêx Seîd û Berdevkê Hemasê Ebû Ubeyde li ser ê bûn, ragihand ku gelên Misilman rastî zilmê tên û saziyên çapemeniyê yên ku xwe wekî bêalî nîşan didin, li hemberî vê zilmê bêdeng in.

Di peyamê de wiha hat gotin, “Li cihê ku medya bêdeng e, anîna ziman a heqîqetê, bihîstina dengê mezlûman û belavkirina wî ne tenê wezîfeyek e, di heman demê de ezmûna mirovahiyê ye.

Ji ber ku sibe dema dîrok vê serdemê binivîse, ne tenê zilmê, yên ku li hemberî wê bêdeng mane jî dê tomar bike.”

Hackkeran bi heman awayî êrişî malpera rojnameya Milliyetê jî kirin û ew her du rojname bi bêdengmayînê tohmetbar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst