Fuad Husên: Piştî rêkeftina petrolê dê pirsgirêka mûçeyan bê çareserkirin

23-09-2025
RÛDAW
Namo Ebdula û Fuad Husên/Wêne: Rûdaw
Namo Ebdula û Fuad Husên/Wêne: Rûdaw
Nîşan Fuad Husên Petrola Kurdistanê Îraq Meaş
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Husên li New Yorkê ji Rûdawê re ragihand ku piştî rêkeftina petrolê dê pirsgirêka meaşna çareser bibe.

Fuad Husên her wiha got ku niha hilberîna rojane ya petrolê ya Herêma Kurdistanê 230 hezar bermîl e.

Wî got ku 50 hezar jê ji bo bikaranîna navxweyî ye û ya mayî jî ji bo hinartinê radestî SOMOyê tê kirin.

Roja duşemê di navbera Herêma Kurdistanê, kompanyayên hilberîner ên petrolê û Îraqê de li ser hilberîn û hinartina petrolê rêkeftineke sêalî hat îmzekirin.

Dr. Fuad Husên derbarê mijarê de di hevpeyvîneke xwe de ji Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Namo Ebdula re got, pirsgirêka dahata nepetrolî jî dê were çareserkirin.

Ev hevpeyvîna bi Dr. Fuad Husên re di çarçoveya beşdariya wî ya di civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê hat kirin ku Rûdaw bi awayekî taybet dişopîne.

Rêkeftineke girîng û cuda

Dr. Fuad Husên: Ev rêkeftineke girîng e, hêsan nebû. Kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê, bi hikûmeta federal û hikûmeta herêmê re gotûbêjên dûr û dirêj kirin. Her du hikûmetan li ser vê mijarê li hev kirin lê pirsgirêkek derket, ji ber ku kompaniyan daxwaza rêkeftineke sêalî kirin. Di encamê de gihiştin rêkeftinê û îmze kirin.

Rûdaw: Çi hêvî heye ku ev rêkeftin ji yên berê cuda be?

Dr. Fuad Husên: Rêkeftineke bi vî rengî nebûye û cuda ye, rêkeftin gelekî cuda ye. Ev di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de ye û her du hikûmet jî bi kompaniyan re ne. Mijara dahatên nepetrolî jî heye û bi baweriya min ew jî çareser bûye.

"Pirsgirêka mûçeyan çareser bû"

Rûdaw: Nexwe em dikarin bibêjin ku pirsgirêka mûçeyan çareser bûye?

Dr. Fuad Husên: Ew tiştên ku bibûn bingeha pirsgirêkê ji bo şandina mûçeyan, çareser bûn. Ev jî tê wateya ku pirsgirêka mûçeyan jî çareser bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst