Hewlêr (Rûdaw) - Sûriye dê di dawiya Îlonê de, piştî ketina rejîma Beşar Esed a di Kanûna Peşîn a 2024an de, hilbijartinên xwe yên yekem ên parlamentoyê li dar bixe.
Ev gava desthilata demkî ya Sûriyeyê beşek e ji hewldanên bidestxistina naskirina navneteweyî û pêkanîna hin reformên aborî yên girîng ji bo vegerandina Sûriyeyê nav civaka navneteweyî.
Pisporê Karûbarên Siyasî Mazin Bilayî got, "Îro hin biryarên ku pêwîstiya wan bi parlamentoyê heye tên dayin.
Wekî nimûne diyaloga li gel Îsraîlê. Wekî hin biryarên girêdayî guhertina siyaseta dewletê ya ji binî ve. Guhertina şêweyê çanda dewletê
Biryar hene ku bi pratîkî parlamentoyek hewce dikin, wekî danûstandin bi Îsraîlê re, guhertina siyaseta giştî ya dewletê û heta tevlîkirina çekdarên biyanî di nav artêşê de."
Berevajî hilbijartinên ku berê li Sûriyeyê dihatin kirin, ev pêvajo dê bi tevahî bi şêweyekî nerasterast were kirin.
Pêvajo dê ji aliyê desteyên hilbijartinê yên herêmî ve ku ji aliyê Komîteya Hilbijartinê ve hatine çêkirin, were birêvebirin.
Welatiyê bi navê Mûhened Ehmed li ser hilbijartin û parlamentoya nû nêrînê xwe wiha anîn zimên:
"Ez dibînim ku parlamentoya nû, divê roleke sereke di parastina yekîtiya civaka Sûriyeyê û aştiya civakî de bibîne û nêrîna xelkê ya derbarê hêvî û siberoja Sûriyeyê de veguhêze."
Parlamentoya nû dê ji 210 endaman pêk were û 70 endam jî dê rasterast ji aliyê Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ve werin destnîşankirin.
Hilbijartin dê li Siwêdayê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de neyên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse