Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûriyeyê ragihand ku wan biryar daye hilbijartinan li deverên di bin kontrola “hikûmeta rewa” de yên li parêzgehên Reqa û Hisîçayê li dar bixin.
Berdevkê Komîteyê Newar Necme ji Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) re got ku ev biryar piştî "gotûbêjên ku li hinek deverên Reqa û Hisîçayê (Hesekê) yên di bin kontrola hikûmeta Şamê de bi hinek welatiyan re hatine kirin" hatiye dayîn.
Wî her wiha got ku ev dever "di bin desthilata dewletê de" tên hesibandin.
Wî amaje bi wan deveran nekir ku dikevin Rojavayê Kurdistanê û di bin desthilata HSD û Rêveberiya Xweser de ne.
Komîteyê berê biryar dabû ku hilbijartin li Reqa, Hisîça û Siwêdayê bên taloqkirin.
Necme destnîşan kir ku deriyê xweberbijêrkirinê ji bo endamtiya desteya hilbijêran doh li hemû parêzgehên ku dê hilbijartin li wan bên kirin hatiye girtin.
Wî her wiha pesnê rêjeya beşdariya jinan da ku wekî "tiştekî gelekî erênî" bi nav kir.
Berdevkê Komîteyê rave kir ku "di qonaxa bê de dê navên destpêkê yên endamên desteya hilbijêran bên ragihandin da ku ji bo îtirazan li ber welatiyan bên nîşandan.”
Piştî ku li ser wan biryar hat dayîn, dê encamên dawî bên ragihandin da ku endamên desteya hilbijêran dest bi qonaxa hilbijartinên dawî bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Newar Necme di daxuyaniyeke xwe ya berê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kiribû ku parêzgehên Hisîça, Reqa û Siwêdayê di nav para serokkomar de (bi qasî sêyeka kursiyên encumenê) kursiyên wan hene ku ew nakevin bin pêvajoya hilbijartinê.
Ev tê wê wateyê ku her çend hilbijartin li wan deran hatibin taloqkirin jî "mimkin e" endam ji wan parêzgehan bên tayînkirin.
Tê çaverêkirin ku Sûriye di navbera 15 û 20ê Îlona de ji bo hilbijartina endamên nû yên Encumena Gel ber bi lidarxistina hilbijartinên "nerasterast" ve biçe.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 20ê Tebaxa 2025an fermana bi hejmar 143yan a sala 2025an derxistibû ku tê de tê gotin dê hejmara endamên encumenê 210 be.
Li gorî biryarê, sêyeka wan ji aliyê serokê welêt ve tê tayînkirin û kursiyên din li gorî belavbûna nifûsê ya li ser parêzgehan tên dabeşkirin.
Li gorî fermanê, şert e ku endamê desteya hilbijêran berî yekê Gulana 2011an welatiyê Sûriyeyê be û piştî 2011an xwe ji bo serokatiyê yan encumena gel neberbijêr kiribe da ku îsbat bibe ku ji rejîmê veqetiyaye û ne ji alîgirên rejîma berê yan “rêxistinên terorîst” be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse