Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encumena Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şikrî Şêxanî hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê wekî "proseyeke ne temam û bê naverok" bi nav kirin.
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê cara ewil hilbijartinên "Meclisa Gel" tên kirin lê Siwêda û Rojavayê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan nabin.
Şikrî Şêxanî beşdarî bultena Nûrojê ya ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Şêxanî rexne li hilbijartinan girtin û got, "Ev pêvajo, pêvajoyeke ne temam e çimkî kêmasiyên wê zêde ne û ji bo pêkanîna daxwaz û hêviyên gelê Sûriyeyê pir dûr e.”
Wî wekî sedemên sereke yên "ne temamiya" hilbijartinan, beşdarnebûna pênc parêzgehan û nebûna nûneratiya rast a pêkhateyan destnîşan kir.
"Pêvajoya diyalogê hêdî dimeşe"
Şêxanî derbarê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê eşkere kir ku di pêvajoyê de "hêdîbûneke zêde" heye û da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê bersivê nade gelek xalên Peymana 10ê Adarê.
Wî wekî mînak anî ziman ku ji 10ê Adarê ve tenê du civîn hatine kirin û civînên plankirî yên li Parîs û Şamê û her wiha civîneke bi amadebûna Amerîkayê ya 2yê Çiriya Pêşîn jî hatine betalkirin.
Herî dawî biryar hatibû dayîn ku hefteya borî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Şamê bicivin ew lê civîn jî hat betalkirin.
Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser diyar kir ku Şeybanî amade nebûye bi Îlham Ehmedê re rûnê lê medyaya hikûmeta Sûriyeyê îdia kir ku Îlham Ehmed bêyî agahdarkirineke pêşwext çûye Şamê.
“Armanca me avakirina Sûriyeyeke nû ye”
Şikrî Şêxanî destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê tenê girîngiyê dide aliyên leşkerî û ewlehiyê û mijarên wekî perwerde, tenduristî û birêvebiriyê paşguh dike û biland:
"Deriyê me yê li MSDyê ji bo diyalogê hîn vekiriye û em piştgiriyê didin her pêvajoya diyalogê ya paşerojê.
Armanca me avakirina Sûriyeyeke nû û parastina yekparçebûna axa wê ye."
#VÎDEO - MSD hilbijartinên Sûriyeyê çawa dibîne❓
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 5, 2025
🛑 Rexneyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) çi ne❓
🛑 Li gorî MSDyê kil û kêmasiyên van hilbijartinan çi ne❓
🎙️ Endamê Encumena Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şikrî Şêxanî bersivê dide pirsên Nalîn Hesenê… pic.twitter.com/8H9MuIHXl2
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse