Cizîr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê fuara yekem a pirtûkan hat vekirin.
Fuar bi dirûşma "Li şopa Cezerî bi rihê biratiyê ber bi Sedsala Tirkiyeyê ve" û bi eleqeyeke mezin a xelkê dest pê kir.
Di merasîma vekirinê de Parêzgarê Şirnexê Bîrol Ekîcî, Qeymeqamê Cizîrê Ahmet Vezîr Baycar û gelek kes amade bûn.
Parêzgarê Şirnexê Bîrol Ekîcî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û got:
"Em neviyên Melayê Cizîrî û El Cezerî ne. Heke em demên tarî li paş xwe bihêlin, em dev ji hev berdin, biratî û yekîtî xwe ava bikin û li paşeroja xwe binêrin, em dê di her warî de bi pêş bikevin."
120 weşanxane beşdar in
Di fuarê de 120 weşanxane hene ku piraniya wan Tirkî ne û 2-3 weşanxaneyên Kurdî jî di nav de cih digirin.
Weşanxaneyên Kurdî yên wekî Peywend û Nûbiharê û hinek nivîskarên Kurd jî beşdarî fuarê bûn.
Xwediyê Weşanxaneya Peywendê Xalid Sadinî girîngiya Cizîrê bi bîr anî û got:
"300-400 sal berê Medreseya Sor li Rojhilata Navîn wekî zanîngehekê bû. Ji ber vê yekê Cizîr cihê xwendinê ye.
Ez bawer im miletê Cizîrê dê eleqeyeke baş nîşanî fuarê û nexasim weşanxaneyên Kurdî bide.
Hêvîdar im miletê me me tenê nehêle ku wekî Ehmedê Xanî gotiye, bila kes nebêje Kurd bê esl û binyad in û ew qedrê kitêbê nizanin."
"Dem dema xwendinê ye"
Nivîskar Abdulkadir Bingol jî got, “Em wekî nivîskar û evîndarên zimanê Kurdî, ji dê û bavan dixwazin Kurdî nîşanî zarokên xwe bidin ku ev ziman bi pêş bikeve.”
Xelkê Cizîrê jî kêfxweşiya xwe anî zimên.
Niştecihê Cizîrê Ebubekîr Olmez got, "Ez gelekî ji xwendinê hez dikim lê di dema me de xwendin tunebû.
Bila her kes bixwîne. Însanên nexwînin mirî tên hesibandin."
Kesekî bi nav Zekeriya Dursun jî got, “Min dît li Cizîra Botan yek du weşanxaneyên Kurdî hatine kêfa min gelekî xweş bû.”
Nişteciha Cizîrê Gulê Toprakê jî got, “Ez li pirtûka Ehmedê Xanî digeriyam min li vir dît.”
Heta 30ê mehê vekirî ye
Fuar ji 21ê mehê ve dest pê kiriye û dê heta 30ê Çiriya Paşîn berdewam bike.
Heta roja dawî dê bi dehan çalakiyên wekî gotûbêj û îmzekirinê werin lidarxistin.
Roja yekem a fuarê li peravê Dîcleyê li Parka Birca Belek bi konsera hunermenda Kurd Rojînê bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse