Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya The Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkayî nivîsî ku êrişên Artêşa Sûriyeyê yên li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, li Washingtonê bûye sedema nîqaşeke tund.
Li gorî nûçeyê, Koşka Spî dê givaşê li Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer bike da ku pabendî biryarnameya derbarê mafên Kurdan de be.
Hewla komên çekdar ên girêdayî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ya ji bo kontrolkirina gelek herêman bi rêya êrişa li HSDyê, di polîtîkaya têkoşîna li dijî terorê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump de qeyranek çêkiriye.
Li gorî rapora WSJyê, derxistina HSDyê ya ku DAIŞ li qadê têk bir, dibe sedema "valahiyeke cidî ya ewlehiyê li herêmê" û "metirsiya serhildana terorê" derdixe holê.
Nakokiya "Ehmed Şer yan HSD?"
WSJyê di nûçeyê de bal kişand ser cudahiya nêrînan a navbera endamên Kongreyê û Tom Barrackê ku yek ji hevkarên herî nêzîk ên Trump e û Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê ye.
Li gorî vê yekê, Barrack tekez dike ku serokê nû Ehmed Şer ji bo yekgirtina Sûriyeyê piştî şerê navxwe yê çend salan "hêviya herî baş û dawî ye."
Barrack, di rakirina cezayên li ser Sûriyeyê de roleke sereke lîstibû û piştgirî li bihêzkirina desthilata navendî ya Şamê kiribû.
Li aliyê din, gelek endamên Kongreyê û rayedarên ku herêmê ji nêzîk ve nas dikin, diyar dikin ku hewldana Şer ya ji bo navendîkirina desthilatê, HSDya ku hevpeymana herî bawerpêkirî ya Amerîkayê ye, tune dike.
Ew rayedar hişyariyê didin û dibêjin, "Vekişîna ji Sûriyeyê, piştguhkirina li hevpeymanê me yê herî nêzîk e û têkoşîna li dijî terorê dixe metirsiyê."
Helwesta Koşka Spî
Berpirsekî bilind ê Koşka Spî ji WSJyê re ragihand ku birêveberiya Trump bipêşketinên li qadê ji nêzîk ve dişopîne û ji bo çareseriyeke dîplomatîk hewldanên xwe zêde kirine.
Wî berpirsî helwesta Amerîkayê wiha eşkere kir:
"Birêvebiriya Trump dê givaşê li Şer û hikûmeta wî bike da ku wê biryarnameya mafên ziman û çandî yên Kurdan misoger dike, bi temamî bi cih bine.
Serok Trump bi zelalî îfade kiriye ku divê hikûmeta Sûriyeyê maf û ewlehiya hemû kêmîneyan biparêze."
"Niyeta me nîne em heta hetayê bimînin"
Barrack dubare kir ku niyeta Amerîkayê nîne li Sûriyeyê mayînde be û diyar kir ku pêşîneya wan hevahengiya têkoşîna li dijî "şaneyên razayî" yên DAIŞê û givaşkirina ji bo mafên Kurdan e.
Lêbelê rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku ev nêzîkatiya Barrack bi aloziya leşkerî ya li qadê re nakok e û bûye sedema rexneyên ku "sozên ji bo HSDyê hatine dayîn nayên bicihanîn."
Senator Graham: Yasaya Parastina Kurdan
Senatorê Komarî Lindsey Graham, bertekeke tund nîşanî "avêtina Kurdan a li ber guran" da.
Graham ragihand ku ew dê di rojên pêş de pêşnûmeqanûnekê ji bo parastina Kurdan pêşkêşî Kongreyê bike.
Graham got, "Eger tiştek were serê Kurdan, em dê di pêşerojê de zehmetiyan bikêşin ku hevpeymanan bibînin.
Ji ber ku alîkariya Amerîkayê kirine, ti hinceta cezakirina wan nîne."
Senatorê Demokrat Chris Van Hollen jî tekezî li heman mijarê kir û diyar kir ku Kurd di şerê li dijî DAIŞê de wekî "serê rimê" bûn û parastina berjewendiyên wan erka exlaqî û stratejîk a Amerîkayê ye.
Çekdarên DAIŞê û veguhastina ji bo Îraqê
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di dema êrişên artêşa Sûriyeyê de bi sedan çekdarên DAIŞê ji girtîgehan reviyane.
Rayedarên Amerîkî destnîşan kir ku dest bi veguhastina ewle ya nêzîkî 7 hezar DAIŞiyên di girtîgehên di bin kontrola HSDyê de ji bo Îraqê hatiye kirin, lê yên ku firar kirine ji bo ewlehiya herêmê hê jî gefeke mezin in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse