Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê eşkere kir ku ew ji pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dilgiran e.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser pêşhatên dawî yên leşkerî ji Rûdawê re got:
"Em ji ber rewşa bakurê rojhilatê Sûriyeyê gelekî dilgiran in, bi taybetî ji ber aloziyên niha yên di navbera pêkhateyên cuda de.
Em bipêşketinên li wê herêmê û derveyî herêmê ji nêzîk ve dişopînin."
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê bi rêya mailê bersiv da pirsên edîtorê Deska Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa û got, "Em daxwaza aramkirina rewşê dikin. Em hemû aliyan teşvîq dikin ku rêzê li yasayên navneteweyî bigirin; di nav de yasaya mirovî ya navneteweyî û yasaya mafên mirovan."
Wezaretê her wiha got,"Em her li gel hikûmeta veguhêz di peywendiyê de ne û em her berpirsyariyên wan ên li gorî yasayên navneteweyî bi bîr tînin."
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê derbarê helwesta welatê xwe ya di paşerojê jî de got:
"Swîsre ji bo jiyaneke bi azad, aramî û bi rûmet piştgiriya daxwazên gelê Sûriyeyê dike.
Em pabendî pêvajoyeke veguhastina siyasî ya giştgir in ku tê de hemû pêkhateyên civakê beşdar bin."
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê behsa wê yekê dike ku divê hikûmeta Sûriyeyê piştrast bike ku mafên mirovan ji bo hemû pêkhate û niştecihan tên parastin.
Ev helwesta Swîsreyê di demekê de ye ku 6ê vê mehê hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrişî taxên Kurdnişîn ên Helebê û pişt re jî êrişî herêmên di bin desthilata HSDyê de yên li parêzgehên Reqa, Dêrazorê, Hisîçayê kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse