SOHR: Sektora tenduristiyê ya Kobaniyê têk çû, zarok dimirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kobanî Zarok Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku sektora tenduristiyê ya li Kobaniyê di rewşeke trajîk de ye û ji ber dorpêç û tunebûnê mirina zarokan dest pê kiriye.

SOHRê bal kişand ser rewşa xerab a tenduristiyê ya li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku agahiyên ji herêmê tên nîşan didin ku fatûreya herî giran a dorpêçê li zarokan tê birîn.

Bijîşkekî ji Nexweşxaneya Hêviyê ya Kobaniyê ji SOHRê re axivî û da zanîn ku 4 zarokan canê xwe ji dest daye.

Li gorî gotina wî bijîşkî, sedema mirina wan zarokan windakirina avê ya ji ber kêmxwarinê (dehîdrasyon) û sermaya zêde bûye.

Her wiha hat ragihandin ku ji ber qutbûna elektrîkê û kêmbûna oksîjenê ya li nexweşxaneyê, hinek zarokên nûbûyî di dema jidayikbûnê de mirine.

"Şîr û derman nemane"

Li bajêr krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe. Li gorî SOHRê, şîrê zarokan û dermanên bingehîn bi temamî xelas bûne.

Ji ber ku gihîştina bi çavkaniyên ava paqij nîne, xelk neçar dimîne ava qirêj vexwe yan jî ava di binê depoyan de maye bi kar bîne.

Dorpêç û şer

SOHRê bal kişand ser wê yekê ku ev karesata mirovî di bin siya dorpêça komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de pêk tê.

Hat diyarkirin ku dema navenda bajêr di bin dorpêçê de ye, gundên derdorê ji aliyê hêzên hikûmetê ve tên hedefgirtin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersiva van êrişan didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst