Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî mehekê ye ku dorpêç li ser herêma Kobaniyê didome û ji ber rêgirtina li derbasbûna derman û pêdiviyên bijîşkî, karesateke mirovî li herêmê rû dide.
Pispora Nexweşiyên Zarokan Dr. Şevîn Ebulqadir Begiyê derbarê rewşa dawî de hişyariyên tund dan.
Dr. Şevîn Ebulqadir Begî beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser rewşa tenduristiyê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Dr. Şevînê ragihand ku ji ber dorpêçê û nebûna ava paqij, koçberên ku di dibistanan de dimînin neçar in ava tankeran bi kar bînin.
3 zarok mirin
Ev yek bûye sedema belavbûna nexweşiyên wekî kulbûna roviyan û verişandinê.
Dr. Şevînê diyar kir ku heta niha herî kêm 3 zarokan ku bergiriya laşê wan lawaz bûye, jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha nexweşiya îltîhaba sîngê di nav zarokên şîrmij de bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Nexweşxane têra nexweşan nakin
Li Kobaniyê nexweşxaneyeke taybet a zarokan tune û hemû zarokên nexweş li nexweşxaneyên giştî tên dermankirin.
Dr. Şevînê amaje bi qerebalixiya zêde kir û got, Kapasîteya nexweşxaneyan gelekî sînordar e.
Berê li nexweşxaneya giştî 4-5 zarok dihatin razandin, niha em her şev herî kêm 10 zarokan lê radizînin."
Kêmbûna dermanên herî bingehîn
Dorpêçê bandoreke rasterast li ser dermanxaneyan kiriye.
Li bajêr dermanên nexweşiyên kronîk ên wekî şekir û tansiyon bi temamî kêm bûne.
Dr. Şevînê wekî mînak da zanîn ku dema zarok tûşî tengenefesiyê dibin, spreyên firehkirina boriyên nefesê di destê wan de tunin ku pê çareseriyê bikin.
Li gorî gotina wê, malbatên nexweşan li 10 dermanxaneyan digerin û bê derman vedigerin klînîkê.
Banga alîkariyê
Rewşa koçberên li dibistanan û qerebalixiya zêde, nexweşiyan zûtir belav dike.
Pisporên tenduristiyê bang dikin ku ji bo rê li ber mirinên zêdetir were girtin, divê di zûtirîn dem de derman û alîkariyên bijîşkî derbasî Kobaniyê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse