Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, zarokekî 8 mehî yê bi navê Xelîl Mislim canê xwe ji dest da.
Malbata Xelîl ji Reqayê koçber bûye û di rewşeke gelekî dijwar de dijî.
Pîrika wî dibêje, wan ji bo wergirtina termê zarokê xwe pere dane nexweşxaneyê.
Xufra Mihemed, pîrika Xelîl Mislim, bû mêvana bultena Rûdawê û bi xemgînî behsa serpêhatiya xwe kir.
Wê diyar kir ku neviyê wê yê 8 mehî beriya mirina xwe ti carî nexweş neketibû.
Xufra Mihemedê got, “Kurê me 8 mehî bû û di temenê xwe yê 8 mehan de ti carî neçûbû cem textor û nexweş neketibû.
Piştî ku nexweş ket, me ew bir nexweşxaneyê lê gotin ‘cih tune’ û ji bo cihê textan pere xwestin.”
Pîrika Xelîl anî ziman ku piştî demekê rewşa zarokê xerabtir bûye û wan careke din ew biriye nexweşxaneyê lê zarok li wir canê xwe ji dest daye.
“Ji bo termê wî 400 dolar ji me standin”
Li gorî gotina Xufra Mihemedê, berpirsên nexweşxaneyê ji bo radestkirina termê zarokê wan pere ji wan xwestine:
“Piştî ku zarok wefat kir, termê wî nedan me. Nexweşxaneyê ji bo radestkirina termê wî 400 dolar ji me standin.
Me jî ji du-sê malan pere wekî deyn kom kir û da wan, paşê me termê wî wergirt.
Me termê zarokê xwe anî û li Kobaniyê veşart.”
#VÎDEO - Li Kobaniyê zarokekî 8 mehî canê xwe ji dest da
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 11, 2026
Pîrika zarokê mirî Xufra Mihemed:
🎙 ❝Kurê me 8 mehî bû, me ti carî ew nebiribû nexweşxaneyan❞
🎙 ❝Me ji bo standina term 400 dolar daye nexweşxaneyê❞
🎙 ❝Li malên Kurdan tiştek nemaye❞
🎙 ❝Em ji Reqayê koçberî… pic.twitter.com/VDi0iRDGC5
“Halê me ne ti hal e”
Malbata Xelîl xelkê Reqayê ye û ji ber şer neçar mane koçber bibin.
Ew nêzîkî mehekê ye ku li Kobaniyê ne û di şert û mercên gelekî dijwar de dijîn.
Xufra Mihemedê rewşa xwe wiha anî ziman, “Em koçberên Reqayê ne.
Em 50 sal in li Reqayê dijîn lê ji ber şer em koçber bûn. Em hatin çolê, li ber berf û baranê man.”
Pîrika dilşewat diyar kir ku rewşa wan a aborî pir xerab e û got:
“Em niha li nexweşxaneyê dimînin. Halê me ne ti hal e. Cihê ku em lê dimînin av û rutûbet e.
Zarokên me hemû nexweş in lê em nikarin wan bibin doktor.
Mazota me tune, dinya sar e, zarok hemû biçûk in.”
“Malên me hatin talankirin û şewitandin”
Xufra Mihemedê da zanîn ku malên Kurdan hemû hatine talankirin û şewitandin û ew ji tirsa newêrin vegerin ser malên xwe jî û got:
“Em çawa ji hewşê derketên makîneyan dan berê gişt bar kirin birin.
Malên me û hemû tiştên me li Reqayê çûn, tiştekî me di dinê de nemaye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse